Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî redkirina xwe ji seredana Serokê Şanda Yekîtiya Ewropî bo deverên di bin kontirola rêjîma Esed de anî ziman, ew serdana hevdem e bi nêzîkbûna nehemîn salvegera komkujiya kîmawî ya dijî sivîlan pêkaniye, yaku ji aliyê Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ve hatiye şermezarkirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de cextî li ser pêwîstiya berdewamiya dûrkirina navdewletî ji rêjîma Esed re yaku di ber kuştina bisedhezarên sivîlan û koçberkirina bi milyonan de berpisyar e kir, û hişyarî da û got ku çi nêzîkbûna ji rejîma esed a tawankar û pejrandina wê berevajî çareseriya siyasî ye û wê bêencam dike, û trajediya gelê Sûriyê, yê ku vê rejîmê bi temamî red dike, kûr dike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku şoreşa Sûriyê ya gewre ya ji destpêka wê di sala 2011an de, dozeke rewa ya gelê Sûriyê yê dijî stemkariyê serî hildaye û daxwaza azadiyê kiriye ye, û piştgiriya Sûriyan berpirsiyariyeke sincî a navdewletî ye, kes nikare xwe ji ber bide alî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxweyaniyê de got ku piştgiriya sûriyan berpirsyaiyeke yasayî ye, li gor biryara Encûmena Ewlekariyê ya biryara 2254, yaku gelê Sûriyê hêvî dike ku di rêya veguheztina siyasî re be li gorî vê biryarê, û gel beşdariyê di avakirina Sûriyeyeke nû de bike, yaku têde nirxên azadî, dadmendî û rûmetê serwer bin, dûrî rejîma Esed ya tawankar.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku her biryareke navdewletî ya temenê rêjîma Esed dirêj bike, bêguman dê bibe sedema kûrbûna bobelatê û zêdekirina hejmara kuştî, derbider û girtiyan, ji ber ku Siyaseta rejîmê heman siyaset e û nayê guhertin, û rêbaza kuştin û terorê di xwîna wê de ye, û tucarî bi derbasbûna demê re jê nayê cudakirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî