Hevbendiya niştimanî tekez kir ku li gor ragihandina mafên zarokan û rêkeftina mafên zarokan û rêkeftin û peymanên navdewletî, civaka navdewletî û rewaya navdewletî berpisyarîyên diyar derbarê giyanê nêzî 30 hezar şehîd ji zarokên Sûrî hildigrin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan tekez kirk u ji civaka navdewletî tê xwestin ku dadweriyê bo wan pêk bînin, û berpisyarên di ber tewanên cenga ku bûye sedema şehîdbûna wan siza bikin, di riya kirina tiştên ku ji wan têne xwestin, daku dosyeya van tawanan veguhêzin Dadgeha Tawanên navdewletî.
Û got ku tiştên ku zarokên sûriyê ji sala 2011an de di cenga rijêmê û hevalbendên wê li ser gelê Sûrê de rastî wan tên, û tiştên dermafê wan ji tewan û binpêkirinan dibin, kêşeya bêtara korona qebareya astengiyên rastî zarokan tên zêdtir kir, her weha vê bêtarê dijwariyên dikevin riya xebatên Hikûmeta Sûrî ya Demkî jî di vê doseyê de zêde kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya xurtkirina piştgiriyên ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî re têne pêşkêş kirin dike, daku wefadar bin di riya dabînkirina pêdviyên bi milyonan ji zarokê Sûriyê, yên ku hewcedarî piştevaniyeke cidî û çalak û guhdana yekser in li cûrbecûr deverên sûriyê.
Û bal kişand ser ku ji tevaya aliyên navdewletî yên çalak tê xwestin ku berpsyariyên xwe derbarê pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst û domdar hilgirin, daku Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi xuertî bi rola xwe rabe, û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêş bike, ji bo ku pêşeroja Sûriyê tevî hemû bandorên wê li ser deverê û cîhanê rizgar bike.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku guhdana zarokan û rêzgirtina mafên wan û pêşxistina şiyanên wan erk in, û beşek ji sinc û reseniya rewiştên me ne, li gorî rênmayên ola me ne, divê ku her kesek û her saziyek û her çalakiyeke civakî beşekî ji berpisyariyê hilgire, ji ber ku hemû dikarin alîkarî û beşdariyê di misogerkirina pêşerojeke baştir ji zarokê me re bikin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku girîngiya rojên navdewletî ne tenê ji bo hişyarkirina gelan derbarê dozên herî girîng de ye, lê berpisyariyên civaka navdewletî û encûmen û saziyên wê derbarê wan dozan di bîra wan tîne, û di Roja Cîhanî ya Zarokan de, bibîranîna civaka navdewletî bi berpirsiyariyên wê li hember zarokên Sûriyê û cîbicîkirina biryarên navdewletî hewcehiyeke pêwîst e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî