Şandeke desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya serokê wê Ebdulrehman Mistefa li bajarê Xazî Entabê civîneke awarte ji bo gengeşekirina rewşa meydanî ya li Xûta rojhilat û rewşa koçberên wê û tevlî dawîpêşhatên girêdayî navçeya Afrînê piştî kontrolkirina wê lidar xist.
Yekem civîn bi beşdariya serokê hikûmeta Sûrî ya demkî Cewad ebû heteb û serokê yekîneya hemahengiya piştgiriyê Mihemed Hisno, û tevlî endamên Hevbendiyê yên jora kirîza Xûta, û bi amadebûna çend berpirsên fayilên pêwendîdar lidar ket.
Di civînê de ji aliyê beşdarbûyan ve pêdeçûnek li ser rewşa meydanî li Xûta rojhilat hat pêşkêşkirin, bi tekezkirina piştgiriya tekoşîna xelkê bajarê Dûma, û gerantîkirina parastina wan û rawestandina êrîşên leşkerî yên Rijêmê û Rûsiya û milîsên terorîst yên Îranê.
Herwiha di civînê de rewşa koçberên ji Xûta rojhilat yên gihiştine gundewarê Idlib û Hemayê li çend rojên borî hat gengeşekirin, û serokê hikûmeta demkî raportek pêşkêş kir derbarê karê “komîta tengaviya hikûmetê” ya hatiye damezrandin bi serokatiya wezîrê saxlemiyê Mhemed Firas Elcindî ji bo peydakirina penagehekê bo koçberên Xûta yên bi neçarî li ser destê milîsên Esed û Rûsiya hatine koçberkirin.
Û raportê diyar kiribû ku pêşwazî li nêzîkî heft hezar koçberî hatiye kirin, hevdem zêdebûna vê hejmarê heta nêzîkî 20 hezaran li çend rojên bên tê pêşbînîkirin.
Ebû heteb tekez kir ku ji aliyê hikûmeta demkî û yekîneya hemahengiya piştgiriyê qeydkirinên taybet ji bo koçberan hatine amadekirin, hevdem ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî çend pêwendî hatine encamdan ligel Yekîtiya Ewropayê û nûnerên Amerîka û Birêtaniya û keneda û Si’ûdî û Qeterê ji bo peydakirina alîkariyên bilez bo koçberan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa tekezî li ser giringiya lezlêkirina xeminandina pêdawîstiyên pêwîst yên ji bo pêşwazîkirina koçberên Xûta û peydakirina pêdawistiyên wan, û ev yek bi rêka pêwendiyeke zindî ya ligel wezîrê saxlemiyê û berpirsê komîta tengaviya hat piştrastkirin.
Û Mistefa û li ser beşdariya dezgehên alîkariyê yên Tirkiyê û dabînkirina pêşkêşkirina alîkariyên bilez bo koçberên Xûta rojhilat axivî, bi navê Hevbendiyê supasiya dezgehên alîkariyê yên Tirkiyê kir.
Di heman çarçoveyê di civîneke din de, bi amadebûna serokê desteya erkan konlonel Heysem A’fîsî û tevlî amadebûna serokê Hevbendiyê û serokê hikûmeta demkî û endamên desteya siyasî ya Hevbendiyê û nûnerên kertên bajarvanî û siyasî yên Afrînê, damezrandina encûmenên rêveberiya xwecihî li Afrînê bi tevlîbûna nûnerên sercem dever û bajarokan hat gengeşekirin, û U’qab Yihiya endamê desteya siyasî bal kişand ku ev encûmen berwext wê kar bikin ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê û vegera koçberan, tevlî berhevkirina seqayekê ji bo encamdana helbijartinên encûmenên xwecihî bi çavdêriya hikûmeta Sûrî ya demkî.
Serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî bo Afrînê kir ku bibe nemûneya pêkvejiyan û ewlehî û seqamgeriyê, herwiha tekezî li ser pabendiya Hevbendiya Niştimanî bi piştgiriya sercem hewl û bizavên vegera koçberan bo navçeyên wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî