Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, civînek di riya entirnêtê re ji dûr ve bi nûnerin “Saziya Kîla Bak” û “Saziya Welatiyên ji bi Emrîkayeke Ewle” re lidar xist, û ew herdû jî saziyin Emrîkî ne, yên welatiyin ku bi binyata xwe Sûrî ne pêktê, û pir çalakin li Emerîka di piştgiriya Şoreşa Sûriyê û pêkanîna daxwazên gelê Sûrî yên azadî û rûmetê de.
Û ji aliyê Hevbendiyê ve Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, û Endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camos, û Hevrêzkarê Tîma Şopandina Karê Yasaya Qeyser Abdulmajid Berekat û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mhd Yehia Maktabi amade bûn.
Û ji aliyê wan ve, Serokê Saziya Welatiyên ji bo Emrîkayeke Ewle D. Rîm Elbizim, û Endamê Encûmena Rêvebiriyê D. Siûd Etasî, her weha Serokê Saziya Kîla Bak D. Husam Eleyobî û Endamên Encûmena Rêvebir D. Emar Elmesalxî û D. Bekir Xibîs û D. Cewdet Ebûd û endezyar Ebdulhemîd Aqîl û D. Wail Elnes û D. Xeldûn Eleswed amade bûn.
Û herdû aliyan pêşhatên pirosesa siyasî gengeşe kirin, û Elherîrî şiroveyek li ser rola Hevbendiya Niştimanî di pirosesa siyasî û nîrîna wê ya pêşerojê her weha karê Hevbendiyê li deverên rizgarkirî pêşkêş kir.
Û Abdulmajid Berekat , Karê Tîma Şopandina Yasaya Qeyser berçav kir, û armanca avakirina tîmê, û li ser karê hevbeş û berdewam bi komeleya berpisyara cîbicîkirina Yasaya Qeyser di Rêvebiriya Emrîkî de axifî.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Yehya Mektebî, tekezî li ser girîngiya rola Revenda Sûriyê û saziyên civaka sivîl ya Sûrî di tevaya doseyan de û bitaybet di nav revenda Emrîka de kir.
Ji aliyê xwe ve herdû Saziyan şiroveyek li ser karên xwe pêşkêş kir, çimkî ew herdû di derxistina biryardana Yasaya Qeyser de alîkar bûn, û hiştin ku Serokê Emerîka Donald Trump piştgiriya Idlibê bike, û êrîşên rêjîmê bi piştgiriya Rûsiya û Îranê rawestîne.
Û herdû aliyan li ser rûniştinin nû li hev kirin, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya pêwendî û hevrêziyê derbarê tevaya doseyan û gengeşekirina wan bi rêvebiriya Emrîkî re kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî