Bi rêxistinkirina Ofîsa Revendan Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel rayedarên saziyên Sûrî-Emrîkî lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kirin.
Û di civatê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî û Endamê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Waşinton, Quteybe Idlibî, amade bûn.
Û ji aliyê saziyan ve, D. Zahir Sehlol, D. Tariq Ebo Gezale, D. Mihemed Bekir Gibîs û Sûzan Mirêdin amade bûn.
Û Elmislit li ser xebatên ku Hevbendiya Niştimanî di warê rawestandina êrîşa hovane yaku rijêma Esed û piştgirên wê li ser Idlibê pê radibe û deverên nişteciyan armanc dike, yaku bûye sedema ketina bi dehên qurbanî û bêhtirê wan jin û zarok bûn, axivî.
Û Elmislit tekez kir ku tevgera siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ji destpêka helmeta vê dawiyê de nehatiye rawestandin, di riya name û yadnameyên yasayî re, yên ku ji Emîndarê Giştî Yê Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê û paytextên dewletên çalak û xwedanên bandor re di doseya Sûriyê de hatine şandin.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya rola saziyên Sûrî-Emrîkî di vê qonaxê de kir, daku raya giştî û rojnamegeriya Emrîkî bilivînin, û pêwendiyan li gel çêkerên biryara Emrîkî li Waşintonê lidar bixin, daku bala wan bikşînin ser pêwîstiya tevgereke Emrîkî bo rawestandina komelkujiyan dermafê sivîlan.
Û Elmislit li ser berdewamiya rêya çaksaziyê di Hevbendiya Niştimanî de ji hêla rayedarên ku nû hatine hilbijartin axivî, li gel giringiya ku çaksazî di tevaya saziyên şoreşgerî de pêk were, û ne tenê di saziyên hevbendiyê de be.
Û ji aliya xwe ve Sûzan Mirêdin li ser giringiya kar li gel rojnamgeriya Emrîkî axivî, ji ber rola girîng yaku rojnamgeriya Emrîkî di warê livandina raya giştî ya Emrîkî de, daku bibe alaveke fişarê li ser çêkerên biryara Emrîkî ji bo ku doseya Sûrî di pêşî de be.
Ji aliyê xwe ve D. Mihemed Bekir Gibês, tekezî li ser pêwîstiya hevrêziya berdewam di navbera Hevbendiyê û saziyên Sûrî-Emrîkî de û pevguhartina belge û yadname û helwestan de kir.
Û Mihemed Yehya Mektebî, li ser giringiya danîna stratîciyekê û pilana karê hevbeş yê salane di navbera herdû aliyan de axivî, her weha di warê civatên rolane û pêwendiyên herdem de.
Û Endamê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat şiroveyek li ser rewşa meydanî û operasyona bombebaranê yaku Idlib armanc kiriye ji aliyê rijêm û piştgirên wê ve axivî, her weha li ser armanckirina nexwaşxaneya Efrînê yaku ji bajarokê Til Rufet ve hatiye armanckirin, yaku milîsên PYD yên terrorist pêk anîye, û cextî li ser pêwîstiya serdana deriyên perlemanên navdewletî nemaze kongirêsê Emrîkî kir, her weha pêwendiya li gel saziyên mafnasî yên Emrîkî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî