Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, daxwaza rêzgirtina li peymanên navnetewî yên derbarê penaberan, û darizandina her kesê berpirsyar ê tevlî binpêkirinan kir, û da xuyakirin ku ew hemû daxuyaniyên kîn û nijadperestiyê yên derdikevin ji aliyê wezîrê derve yê Libnanê Cebran Basîl, û hin aliyên fermî li dijî penaberên Sûrî li Libnanê şermezar û red dikin.
Hevbendiya Niştimanî, îro roja pêncşemê di daxuyaniyekê de hişyardarî da ji encamên berdewamiya zêdegavî û navtêdana li dijî penaberên Sûrî û herwiha hişyarî da ji “beşdarbûna hin aliyan di belavkirin û bangeşa pêla kîn û nijadperestiyê ya xirab de, weke axaftinên wezîrê derve yê Libnanê Cebran Basîl, ku ew axaftin dê bi nerênî li xudanê xwe vegerin.
Hevbendiya Niştimanî got ku “welatiyên Sûrî ticarî helwesta rawestana birayên xwe yên Libnanî li kêleka wan di vê derdeseriya mezin de ji bîr nakin”, û bal kişand ser xwepêşandana duh li Beyrûtê ji bo şermezarkirina kiryarên li dijî penaberên Sûrî, yên ji aliyê Hizbullaha terorîst pêk tên, a ku sedema sereke ya bobelata derbiderî û penaberiyê ye.
Li gorî daxuyaniyê , eger milîsên Hizbulah ji xaka Sûriyê venekişin û dest ji piştgiriya tawankariyên rejîma Esed û pêkanîna tawanên şer li welatê me bernedin, ti mifayek nîne ji daxwaza çareserkirina pirsgirêkên penaberên Sûriyê li Libnanê ji aliyekî bi tena xwe ve.
Daxuyaniyê bal kişand ku aliyên piştgirî û alîkariya planan tengavkirina penaberan û vegerandina wan bi darê zorê li Sûriyê dikin, weke berpirsyar tên dîtin li hember tawanên bibin ji aliyê rejîmê li dijî penaberan.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji aqilmendan û di serî de ji serokê hikûmeta Libnanê Said Alherîrî kir, ku bi berpirsiyariya xwe ya mirovî û fermî rabin, weke tekst û prensîb û biryarên Netewên Yekbûyî û Komkara Erebî û peymanên ji aliyê Libnanê hatine îmzekirin, û kar bike ji bo danîna sînorekî ji van daxuyaniyên bi vî rengî re berî ku bibin sedema zirarên zêdetir yan jî bibe çirûskeke agir ku ti kes nikare encaman pêşbîn bike.
Hevbendiyê dupat kir li ser pêwîstiya rêzgirtina li yasa û peymanan, û rawestandina van daxuyaniyên tund, ku zêdegavî û binpêkirinên di derheqa penaberên Sûrî de têne bîra me, her ji kampanyên dozgeriyê û binçavkirinê heta bi wêrankirin û şewitandina konan, û radestkirina penaberên Sûrî ji bo hêzên rêjîmê.
Hevbendiyê diyar kir ku pêdiviyek praktîk û yasayî heye ji bo rawestandina berdewamiya van hilmet û daxuyaniyên xirab li dijî gelê Libnanê ji aliyê her aliyekî din.
Hevbendiya Niştimanî careke din daxwaza rêzgirtina li peymanên navnetewî yên derbarê penaberan kir, û darizandina her kesê berpirsyar ê tevlî binpêkirinan yan navtêdana li dijî penaberan, û mafên wan yên rewa binpê dike
Û da zanîn ku divê Netewên Yekbûyî û Komisyona Navnetewî ya Mafên Mirovan bi berpirsyariyên xwe rabin ji bo rê li ber binpêkirinên din û tawanên li dijî penaberên Sûriyê bigirin, û ji wan dixwaze ku tevbigerin ji bo rawestandina binpêkirinan û darizandina kesên berpirsyar.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî