Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko nehêlin Rûsya li hindirê Encûmena Ewlehiyê derbarê biryarên bo Sûriyê dengdanê bike, ji ber ew aliyeke di van komkujiyên li Xûta rojhelat dibin de.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Selwa Eksoy got ku Mosko di şerê li dijî miletê Sûrî aliyekî bingehîn e, li gora peymana Netewên Yekgirtî ne ji mafê dewletên aliyekin di nakokiyê de li ser pirojeyên biriyaran dengdanê bikin, û got ku ev yek wê jikarketina Encûmena ewlehiyê bidawî bike.
Eksoy silav û rêz bo miletê Sûrî pêşkêş kirin û got: ‘’ em liberxwedana miletê me yê qehreman û mêraniya şervanên artêşa azad bo berevaniya xelkên me û rûmeta wan bilind dinirxînin, û daxwaz kir ko dorpêç ji ser Xûta rojhelat rabe û milîtanên Îranî û yên din wekû tawankar ragehînin. ‘’
Û tekez kir ko tiştê li Xûta rojhelat çêdibe cenga qirkirinê ye, û tawankariyên lidijî mirovîniyê ne, li dijî yasaya navdewletî û ya mirovî ne, berpirsiyariya rasterast da ser milê Rûsya û ev awa xizmeta tiroristiya sînorbir û rêkxistinên wê dike.
Her weha daxwaz kir ko madeya 21 ji biryara Encûmena Ewlehiyê ya 2118, ya ko dibêje bikarhênerên çekên kîmawî li Sûriyê divê li gora benda heftan siza bibin, û daxwaza civîna komela giştî kir bo sivîlên Xûta ji bombebarana berdewam û binpêkirinan biparêze. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî