Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Enes El- Ebde, nameyek ji endamên “Grûpa Navdewletî Ya Piştevaniya Sûriyê” re şand, da ku bi awayekî bilez tevbigerin ji bo rizgarkirina herdû bajarên Heleb û Dareya bi sedema têkçûna rewşa meydanî, ji encama êrîşên rejîma Esed û hevalbendên wê li ser gelê Sûriyê.
El- Ebde îro, di nameya xwe de diyar kir ku heger dostên gelê Sûriyê û Civaka Navdewletî bi awayekî bilez derbarê rawestandina êrîşan û komkujiyên pêkhatî tevnegerin, dê ev yek nameyeke nerênî ji gelê Sûriyê re bişîne ku wê naveroka wê “Serweriya pransîpa hêzê” be.
El-Ebde destnîşan kir ku Dijberiya Sûriyê û fesîleyên çekdar rêz li rêkeftina agirbestê girtin, û bi awayekî erênî tevlî operasyona siyasî bûn, berûvajî rejîma Esed û hevalbendên wê û milîsên bi ser ve yên ku operasyona siyasî ji xwe re kirin sîwan da ku kontirola xwe li ser erdê bêtir bikin, herwiha helmeta xwe ya leşkerî gurtir bikin.
El- Ebde daxwaza pêkanîna bizavên pêwîst kir, da ku ew karîsta pêşbînkirî pêk neyê, û lêzêde kir”Hevbendiya Niştîmanî û gelê Sûriyê herdem pişta xwe bi wê yekê germ dikin ku dê dostên wan yên dilsoz piştevaniya wan bikin di xebata wan ya adilane de di rêya azadî, rûmet û dadweriyê de”.
El-Ebde destnîşan kir ku tevî rejîma Esed dibêje ku wî” Agibest” di bêhnvedana cejnê de pêk aniye, herwiha dirêjkirina wê ji bo dema 72 saetan ji roja Şemiyê de, lê wî rêz li agirbesta ku ji aliyekî ve hatibû ragihandin negirt. Berûvajî vê yekê rejîma Esed û hevalbendên wê û milîsên ser bi wê ve, û hêzên asîmanî yên Rûsya ev “Agirbest” ji xwe re kirin sîwanek, da ku helmeta xwe ya leşkerî li tevahiya welat tundtir bikin, û bi taybetî li Heleba bakurê Sûriyê û Dareya li Gundewarê Şamê.
Jêder: Hevbendî.