Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nezîhe Ekdenîz, diyar kir ku derbider û koçberên di kampên bakurê Sûriyê de, di rewşin pir dijwar û metirsîdar de dijîn, û hişyarî da ji dubarebûna bûyerên bobelatî eger firtone çêbibin û sir û seqema ku zivistana îsal texmînkirî ye were.
Û Ekdenîz di daxwiyaniyin taybet de îro roja înê, bal kişand ser wê yekê ku kampên derbbider û koçberan derd û azara kêmpeydabûna alavên germkirinê her wiha lawazbûna jêrxaneyê li cihên ku lê dijîn dikşînin.
Û bal kişand ser ku bahozên berê yên ku li deverê dan, bûn sedema mirina bidehan zarok û jin û navsalan di kampan de, ji ber dijwariya seqayê û xurtiya sermê û kêmbûna alavên germkirinê, û lawaziya bersivdanê, û birîna rêyan ji ber barîna berfê, û rabûna lehiyan, yên ku bûn asteng li pêşiya gihandina alîkariyên mirovî, çi xwarin be an alîkariyên bizîşkî bin.
Û Ekdenîz daxwaza pêwîstiya lezkirinê di alîkariya derbider û koçberan de li bakurê Sûriyê bo rûbirûbûna demsala zivistanê û sermayê kir, her wiha dabînkirina sotemeniyê û pêdviyên germkirinê û hawarçûna pêwîst bo tevaya derbiderên di kampan de bi awayekî lezgîn.
Û Ekdenîz careka dî tekezî li ser tirsa derbider û koçberan ji dubarebûna tirajîdiyên ku her sal dibin cihê saw û tirsa wan a berdewam kir, û cext kir ku bidawîanîna vê derdeseriyê bi awayekî ji kok de, tenê di di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê re ye, her wiha pêkanîna veguhêztina siyasî ya dadane, ya ku vegera tevaya sûriyan bo bajar û malên wan garantî dike, û rûmeta wan diparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî