Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, diyar ki ku derbiderên sûrî li bakurê Sûriyê û penaberên li Libnanê, û bi taybetî li kampên devera Ersal, ya ku bi berfê dorpêçkirî ye, rastî derdeseriyeke din dibin ji ber kêmbûna mezin a sotemeniyan û madeyên xwarinê, û ti pilanên rastyeqîn ji bo alîkariya wan tune ne.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de got ku Bêtir ji 9 kesan li kampên Ersalê di herû hefteyên bûrî de jiyana xwe jidest dane, di dema berdewamiya pêlên derbiderbûna sivîlan li gundewarên Idlib û Helebê, û dît ku ew gef e li ser jiyana hejmarek mezintir ji penaberan.
Û raporeke nû ya Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, diyar kir ku 167 kesên sûrî jiyana xwe ji ber sermayê jidst dane, 77 zarok di nav wan de hene.
Û Hevbendiyê got ku ji berê de bidehên hezaran penaberên sûrî di rewşeke mirovahî ya xerab de dijiyan, niha hewcedarî alîkariyên bilez û awarte ne, ji bo bûrandina vê qonaxa dijwar, her weha alîkirina wan ji bo bidestxistina alîkariyên berdewam wek hewcedariyên jiyanê yên bingehîn.
Û Hevbendiyê amaje kir ku di dema şepola serma dijwar li deverê, Libnan bi kirîza xwe ya abûrî ve mijûl e, û vê yekê hişt derdeseriya penaberan mezintir bibe.
Û bal kişand ser ku tevlî rewşa dijwar û pir tund, û tevlî ku mal û zeviyên wan tenê çend kîlometreyan dûr in, lê penaberên Ersal vegera bin destê rijêma stemkar û terrorist red dikin, û li hember dijwariya jiyanê xweradigirin, û li benda peydabûna rewşên guncayî ne, ji bo vegereke aram û serbilindî bo welatê xwe yê maf rûmeta wan biparêz e.
Û Hevbendiyê ji desthilata Libnanê û civaka navdewletî, herweha ji saziyên navdewletî yên hewarçûnê xwest ku yekser û bilez tevbigerin ji bo dabînkirin hewcedariyên giring ji bo rizgarkirina Sûriyan, herweha ji bo deverên din jî yên ku ziyan ji ber rewşa seqayê li wan bûye, û dabînkirina madeyên hewarçûnê û piştgiriya pizîşkî ya pêwîst di zûtirîn dem de ji wan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî