Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku milîsên PYD ya terorist di pêkanîna binpêkirinên curbecur de dermafê sûriyan li deverên bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê berdewam in, di dema tunebûna lêpirsînê û berdewamiya piştguhkirina wan binpêkirinan ji aliyê hin dewletan ve.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, duh pênşemê, got ku Saziyên mafnasî berdewamiya helmetên leşkeriya neçar li deverên di bin kontirola wan milîsan de û leşkerkirina zarokan belge kirine.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku saziyên mafnasî girtina derdora 100 kesî di heyva adarê de li parêzgeha Reqayê bo xistina hundir leşkergehên neçarî û girtinên weke wê li parêzgeha Hesekê tomar kirine.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku ew milîs di xelektengkirinê de dermafê derbiderên gundewarê Hesekê berdewam in, û sê kes di nav de jinek hebû girtin, tevî rewşa mirovahî ya dijwar yaku derbider li wir têde dijîn, û yekîtiya Sûriyê dixe bin metirsiyê, û kar li ser guhartina demografî li deverên ku di bin kontirola wê de çêdike.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku milîsên PYD yê terrorist li ser rêbaza rijêma Esed di girtin û serkutkirin û îşkencê de berdewam in, û dijî xwepêşandanên vê dawiyê li parêzgeha Dêra Zorê derketin, û xwepêşander girtin û gef li wan kirin ji ber ku rewşa jiyanê ya dijwar rexne kirine, û çûnhatin qedexe kirin û sivîl tirsandin, her weha bi awayekî dubare deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê bombebaran dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniya xwe de ji Sûriyên rojhilatê Ferêt bi hemû pêkhatên wê nemaze yên kurd xwest ku hevkariyê ji bo raperînê dijî rijêma Esed yê tawanbar bikin, û dijî milîsên PYD yên bi rêxistina PKK ve girêdayî rawestin, û wan ji Sûriyê biqewtînin cihê ku jê hatine.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî daxwaza rakirina çi sîwana rewayê kir ji ser milîsên ku xwe dikin ku nûnertiya kurda dikin di dema ku dijî wan binpêkirinan pêktînin, û ku piştgiriya wan rawestîne û ji wan bixwaze ku girtiyan serbest berde, û işkencê nehêle, û revandin û leşkerkirina zarokan bidawî bîne, û daxwaza sizakirina milîsên PYD li ser binpêkirinên wan yên mezin dermafê sûriyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî