Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwaza pêwîstiya roleke erebî ya kartêker li Sûriyê bo rûbirûbûna berfirehbûna Îranê û pirojeyê wê yê xirab li deverê û bandora wê ya metirsîdar li ser ewlehiya erebî ya hevbeş kir, û cextî li ser hewcedariya roleke erebî ya çalak bo rûbirûbûna pirojeya Îranê yaku tevaya dewletên deverê ne tenê Sûriyê armanc dike kir.
Û Şandê Hevbendiyê, tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya Komkara Erebî û birayên ereb bo gelê Sûriyê di daxwazên wî yên mafdar di azadî û rûmetê de û piştgiriya veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî yên pêve girêdayî û di pêşî de 2118 û 2254 pêk werin kir.
Tê zanîn ku şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdaneke fermî roja yekşemê bo Komkara Erebî li Elqahîra paytexta Misirê dest pê kiribû, û di serdanê de bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebo Elxêt û Emîndarê Giştî yê Alîkar Balyoz Husam Zekî re civiya, û behsa rêyên kartêkerkirina pirosesa siyasî û pêşdebirina berve veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê kirin.
Û Şandê Hevbendiyê ji cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî