Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Opozîsyona Sûrî, daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku rejîma Îranê siza bike ji ber tawanên wê yên dijî gelên deverê, ya dawî ji wan qurbaniyên balafira Ukranî bû, ya ku bi mûşekên Îranê hate xwarê.
Di daxuyaniyekê de, Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî hemî malbatên qurbaniyan kirin, û got, “Dilê me li gel malbatên qurbaniyan e, yên ku rastî derdeseriyên mîna yên ku bi mîlyonan ji gelê Sûriyê dibînin hatine, tevî cudabûna herdu rewşan.”
Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ku û rêjîma îranî ji neçarî bi berpirsyariya hêzên xwe derbarê karesatê mukur hat, piştî dana gelek daxwiyaniyên nerast, û lê zêde kir ku Sûrî û gelên herêmê hêvî dikin ku ew roj were, ya tê de Rejîma Iranî û hemû rêjîm û dewletên ku sponseriya terorê dikin, yekser berpirsyariya hemû tewanên dermafê gelên herêmê kirine hilgirin.
Û tekez kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpirsiyariyên xwe li hember tawanbaran û hemû tewanên li herêmê û cîhanê dibin hilgirin, tewankar kî be bila bibe, bêyî gera li sedemên ku qanûna navneteweyî bêwate dikin, û wê ji naveroka wê vala dikin, û wê yekê nekin ku hin tewanbar anjî terorîstan hilbijêrin û ceza bikin, û yên din bihêlin, daku di wêrankirin û tewanên xwe de berdewam bimînin.
Hevbendiya Niştimanî daxuyaniya xwe bi pesndana hêvî û armancên gelên Îranê yên rizgarbûna ji vê rijêma ji berî çil salî de bi desthilatê ve maye, û welatê xwe bi darê zorê birêve dibe, û berê gelê Îranê dide çarenûseke reş û cengên berdewam.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî