Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, dît ku gotara neftetê dijî penaberên Sûrî li Libnanê ji aliyê hin kesayetan ve tewana dijî mirovahiyê tê dîtin, û dihêle xwediyê wê berpisyar be li pêşiya yasayê, û ew ortaxekî cidî ye di çi nebaşî û binpêkirinên ku heye bên serê penaber û koçberkirîyan.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de duh got ku ev sorkirin ji hêla kesên bi Hizibullah a terrorist re hevalbend in tê, Hizbulaha bûye sedema sereke ya rewşa Sûriyê gihîştiyê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got ku ger têwerdana Hizbulah û beşdariya wê di tewanan de nebûya, rêça şoreşa Sûrî dê bi şêweyekî gewherî cudatir ba, û pêkan bû ku giyanê bi sedhezaran ji Sûriyan bihata parastin, û koçberkirin çênebaya, û Sûriya dê dewleteke aram û demortat baya.
Û daxuyaniya Hevbeniyê bal kişand ser daxwiyaniyên vê dawîyê yên Serokê Elteyar Elwetenî Elhur, Gibran Bassil, yên bihna nijadperestiyê jê tê, wek beşekî ji zincîrekê ye ku bi tevayî gotara nefretê û sorkirina ji bo bikaranîna tundûtûjiyê dijî penaberan belav dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ji desthilatên Libnanî xwest ku bi erkê xwe rabin û berpisyariyên xwe derbarê gotara nefret û sorkirinê hilgirin, û tekezî li ser aliyên yasayî û saziyên civaka sivîl û birûmetên gelê Libnanî, yên piranî ne kir, û got ku ji wan tê xwestin her tiştê pêkan û yasayî li dijî kesên van daxwiyaniyan belav dikin bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî