Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko sizakirina rêjîma Esed bike piştî ko tawankariyeke mezin vê sibehê li Xan Şêxûn li gundewarê Idlib pêk anî, û têde çekên kîmawî bikar anîn, û di encamê de 100 şehîd ketine û 400 birîndar bûne, û piraniya wan zarok û jin in, li gora ko birêveberiya tendiristiyê li Idlibê ragihandiye.
Hevbendiyê destnîşan kir ko wêneyên ji wir hatine şandin, tekez dikin ko tawankariyeke mezin li wir çêbûye mîna ya ko li Xûta rojhilat li Şamê sala 2013ê çêbû, ya ko civaka navdewletî ew bêsizakirin buhûrand.
Herweha Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko rûniştineke awarte ji bo vê tawankariyê lidar bixe û yekser vekolînê tê de bike, û pêrabûnên sizakirinê pêk bîne, û berpirsiyar û yên pê rabûne û yên piştgiriyê dikin li gora benda heftan siza bikin. Û tekez kir ko têkçûn di vê derbarê de “wê bête xuyakirin ko rêjîm li ser kirdeyên wê tê pîrozkirin, û bêdengiya navdewletî ew jî berpirsiyara van tawankariyan e.”
Firokên rêjîmê doh dîsa kuştarek derheqê sivîlên Dûma rojhilatê Şamê çêkirin, û 32 kes ji nav wan jin û zarok şehîd ketine, û bi dehan birîndar bûne.
Hêzên Rêjîmê çend caran çekên kîmawî û gazên jerhrînî ji destpêka îsal ve bikar anine. Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev tawankariyên cengê ne û peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118, 2209, 2235 û 2254 binpê dike, û tekez kir ku eger “ne ji helwestên navdewletî yên lawaz yên ko guh li jiyana sivîlan nakin baya, rêjîmê newêrîbû ev tawankarî bikirana.”
Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko madeya 21 ji biryara Encûmena Ewlekariyê 2118 kartêker bibe, ya ko dibêje eger rêjîmê pabendî bi biryarê nekir, ji wan jî veguhastina çekên kîmawî an bikaranîna wan, dê li gora benda heftan ji peymana Netewên Yekbûyî sizayan li ser feriz bikin.
Jêder: Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî