Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko êrîşên rêjîma Esed yên leşkerî yên ko herêmên kêmkirina şerî amanc dikin li bakurê Sûriyê pirotesto bike, û daxwaz kir ko jidil tevgerê bike tako operasiyonên bombebaranê rawestîne û sivîlan biparêze.
Bi sedema bombebarana berdewam li ser bakurê Sûriyê ya ko tê de mûşek û bombeyên goşeyî yên qedexekirina nevdewletî bikar anîne û topbaran jî kirine, 17 sivîl şehîd ketine û hinên din birîndar bûne, û Hevbendî dibîne ko ew karekî tawankarî ye.
Çalakvanan anî ziman ko rêjîma Esed û Rûsya çixêza xwe ya bombebaranê fireh kiriye, ko gehane herêmine nû berê ew nediketin ber bombebaranê, digel wê jî operasiyonin leşkerî li ser gundewarê Idlib û Hemayê pêk hatine.
Berevaniya sivîl anî ziman ko şeş sivîl ji nav wan çar jin bi sedema topbaranê û mûşekan ji hêla hêzên Esed ve şehîd ketine, hêzên Esed karkerên ko di zeviyên xwe de kar dikirin li derdorê bajarokê Qestûn bakurê Hemayê amanc kirine, û got li bajarê Meer Şorîn bi sedema êrîşên firokên cengê zilamek û zarokek şehîd ketine û şeş kes birîndar bûne û zarokek bi topbarana li ser gundê Cidraya bakurê bajarokê Mihêmil û du zarok li bajarokê Babîla û Elziyadiyê şehîd ketine.
Tîma bersivdana lezgîn derbiderbûna 93274 malbatan an ku (606.272) kesan belgeh kiriye, ko ew jî li herêmên ji Mertala Ferat heta bi Şaxa Zeytûnê heta bigehê herêmên bakurê-rojava yê Sûriyê belavkirî ne. Tîma bersivdanê
dibîne ko amanca bombebaranê guherîna dîmugrafî li herêmê ye, her weha rêkxistinên mafên mirovan hişyarî dan ji sînaryoyên berê yên ko li Helebê û Dareya û Xûta rojhelat û gundewarê Humsê yê bakur dubare bibin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî