Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ji desthilatên Libnanî xwest ku lêpirsînê li gel kesê bi navê Şerbil Terebê yê ji nişteciyên Mecdel Elaqora li devera Cibêl, her weha li gel endamên şaxê ewlelariyê yê asayîşa Qurtube ya bi ser asayîşa Cibêl ve re vekin, ji ber berpirsyariya wan di ber pêkanîna binpêkiran dermafê penaberên Sûrî li wê deverê.
Û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Zuhêr Mihemed, tekez kir ku tiştê bi girûpek ji penaberên Sûrî li Libnanê re çêbûye, binpêkirineke mezin e ji yasayên navdewletî yên ku mafên penaberan di jiyana bi rûmet de dabîn dikin re, û cextî li ser sizakirina sûcdaran û misogerkirina ku binpêkirinên weha dubare nebin kir.
Û hin çalakvanan perçeyin vîdyo belav kiribûn, têde girûpek ji penaberên Sûrî li Libnanê rastî lêdan û riswakirinê tên, di riya xistina libên petatan di devê wan de û jêkirina cilên wan re.
Û diyar kirin ku ew welatiyê Libnanî yê bi paşnavê Terebê, bêbextî li hejmarek ji penaberên Sûrî yên ku li cem wî dixebitin kiribû, û gotibû ku wan pereyên wî dizîne daku bi wê tohmetbarkirinê ji dana pereyên ku mafê wan e bireve.
Û Mihemed bal kişand ser ku daxwiyaniyên neberpisyarane ji hêla hin libnaniyan ve dijî penaberên Sûrî, gotara nefretê di navbera herdû gelên bira de gur dike, û behaneyê dide hin tawankaran ku destdirêjiyan li sûriyan bikin.
Û Mihemed careke dî tekez kir ku milîsên Hizbullah yên terrorist, sedemeke sereke ne ji tiştên ku li Sûriyê çêdibe re, her weha ji reva sûriyan berbi derve re, piştî tawanên kirêt û berfireh ên ku wan milîsan dermafê sivîlên bêguneh pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî