Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûrî doz li hemû alayên Şoreşê û Artêşa azad kir ko rêzê li mafê mirovan bigirin û bi yasayên navdewletî pabend bin û dûrî karvedanên neberpirs bin. Tev ko Rêjîma Esed û Hevalbendên wî Rûs û Îranî di tawankariyên cengî de berdewam in, û tawankariyan li dijî mirovantiyê bi firok û bermîlên teqîner dikin.
Û di çarçoveya gera xwe de ya li London, Parîs û Cinêvê Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca red kir ko “Sivîl wek mertalin mirovî bên bikaranîn”. Her wiha doz li alayên Xûta Şamê û Herêmên din kir “ko çi kirdeyên tekane yên bi vî rengî nekin”.
Her wiha kuştina mirovê Sûrî heram kir, û divê rêz li Rûmet û mafê wî bê girtin. Ew mafê ko Rêjîma Esed bi piştgiriya hevalbendên xwe binpê kiriye. Tev ko Civaka Navdewletî jî ew binpêkirin bi bizavek rasteqîne ranewestandiye.
Jêder: Hevbendî