Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko kartêkeriya civaka navdewletî digel komkujiyên derheqê sivîlên Xûta dibin ne li gora asta rijandina xwîna rijyayî ye, û bêtir got ko ew bêtir derfetê dide rêjîmê û hevalbendên wê ji bo bobelata Helebê dubare bibe.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sefwan Cendelî di daxuyaniyeke taybet de destnîşan kir ko helwestên vê dawiyê yên berpirsiyarên navdewletî û yên Netewên Yekgirtî derbarê Xûta derketine, bi eşkere rêjîmê pirotesto nakin û ‘’ kuştina bêgunehan ranawestînin û ti bandorê li rêjîma tawankar nakin‘’.
Bêtir got: ‘’tiştê me îro ji berpirsiyaran bihîst bandora wê kêm e û naghê asta rijandina xwîna şehîdên Xûta,‘’ û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko pêrabûnên bêtir kêrhatî bikin tako rêjîmê ji pêkanîna tawankariyan rawestînin.
Nûnera siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Fîdrîka Kamo Girînî û nûnerê Ewropî yê karûbarê alîkariya mirovî Xiristo Sistîliyandîs di daxuyaniyeke xwe de daxwaz ji civaka navdewletî kirin ko tevbigerin tako derdê miletê Sûrî bidawî bikin, û ji hemû aliyan xwestin ko tunûtûjiyê bidawî bikin û li gora yasaya mirovî ya navdewletî miletê Sûrî biparêzin.
Daxuyaniyê got: ko ‘’ Yekîtiya Ewropî daxwazê ji hemû aliyan dike ko pêrabûnan bikin ji bo asta tundûtûjiyê li herçar herêmên kêmkirina şerî kêm bikin. ‘’
Her weha Netewên Yekgirtî daxwaz kir ko amanckirina sivçlan li Xûta rawestînin, û hevrêzkarê Netewên Yekgirtî yê herêmî bo karûbarê mirovî li Sûriyê Banosimomitzîs şeva borî di daxuyaniyekê de got: amanckirina sivîlan li Xûta rojhelat ya dorpêçkirî divê di cih de raweste di dema ko rewşa mirovî jidest derdikeve.
Remzî Izedîn cîgirê şandyarê navdewletî bo Sûriyê hişyarî da ko berdewamiya pevçûnan li Sûriyê dê simbolên tirorist û hêzên wê ji nû ve vegerînin.
Remzî bêtir got: ‘’ heta li herêmên kêmkirina şerî em dibînin şerên tund berdewam in‘’, û anî ziman ko di hefteya yekê ji Sibatê hezar kes ji sivîlan hatine kuştin.
Tev ko herêma Xûta rojhelat li Şamê ji pênc salan ve hatiye dorpêçkirin, niha ketiye ber êrîşeke leşkerî ya tund ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve, û rêkxistinên navdewletî tekez kirin ko tawankariyên cengê yên berfireh ji ber wan êrîşan hene.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans