Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ko bi roleke bêtir kartêker rabe tako danûstandinên Sûriyê bipêşve bibe û çareserkirineke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254an bibîne.
Di hevdîtina serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Enes Elebde û cîgirê wî Ebdilehed Istêfo digel şandeyarê Holendî bo Sûriyê Cîrard Stîfs de got, herdu aliyan pêşveçûnên pêvajoya siyasî û damezirandina şanda danûstandinan û lîsteya karên Cinêva dahatî gotûbêj kirin.
Elebde got em :”em bizavê dikin tako Yekîtiya Ewropî rola xwe ya erênî bike di dosya Sûriyê de tako bigihê çareserkirineke siyasî ko daxwazên miletê Sûriyê di azadî, û rûmetê de pêkbîne.”
Herdu aliyan li ser kartêkirina simîner û bûyerên li rex kongirê Cinêv û Lahay lihev kirin û li ser aşkerekirina tawanên cengê yên ko rêjîm di derheqê miletê Sûrî de dike, Elebde li ser rola Hilenda di guhastina dosya Sûrî de bibal dadgeha tawanan ya navdewletî tekez kir, ko yên bi wan tawanan rabûne ji sizayê rizgar nebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî