Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, tekez kir ku Hevbendî saziya tevaya Sûriyan ne, û nûnerê siyasî yê şoreşa Sûrî ya gewre ye, û Hevbendî tucarî bingehên vê şoreşê bernade, û ji daxwazên wê danagere, ev gotin di nav komeke mezin de li bajarê Elraî li gundewarê Helebê hat.
Û bi Serokê Hevbendiyê re Cîgira Serok Ruba Hebûş, û endamên Desteya Siyasî û ya Giştî Bedir Camos, Nezîr Elhekîm, Ebdilbasit Ebdilletîf, Behcet Eletasî, Mihemed Yasîn, Atif Zirêq, Necîb Rehmon amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li pêşiya derdora 1500 kesî, yên li ser vexwendina Hoza Elcibor Êla Elmicadime kom bûn, bi beşdariya çalakvanên leşkerî û dadwerî û sivîl û şêxên êlan û xelkê deverê, li ser dawîtirîn pêşhatên siyasî û meydanî û tiştê ku Hevbendî pê radibe bi tevgera siyasî û diplomatîk li ser asta herêmî û navdewletî axivî.
Û Elmislit tekezî li ser gudana Hevbendiyê, wek saziyeke niştimanî ya tevaya sûriyan, ku ew dê herdem sîwana tevaya hêzên siyasî û şoreşgerî be kir, û got ku hêza girêdana Hevbendiyê bi koka wê ya gelêrî re bingeha rewatî û hêza wê ye, di civatên navdewletî û nûnertiya şoreşê de.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya çaksaziya rêyên siyasî û meydanî û sivîl û berdewamiya çaksaziyê di tevaya saziyên şoreşê û amûrên wê yên cîbicîkar de kir, û ew jî li ser binyada daxwazên gelê Sûrî û nirxên şoreşa Sûrî û pirensîpên wê ye, û Elmislit got ku ev kar û ev çaksazî mafê pakrewan û girtî û birîndaran li ser me û li ser her kesekî Sûrî ye, û got ku rewş bi dirêjiya deh salan ji temenê şoreşê, nabêjim ku hatiye guhertin, lêbelê di gelek waran de serûbinî hev bûye, û ev jî ji me dixwaze ku em gelek alav û şêweyên xwe di warê karê siyasî û meydanî de biguhêrin û bi pêş bixin, û tekez kir ku tiştek di vê hevkêşiyê de neguhêr tune ye, ji bilî azadiya Sûriyê û rizgarbûna wê ji rijêma tawanbar û rûmeta gelê Sûrî û qurbaniyên wî yên mezin yên ku em dest jê bernadin çiqasî ku rewş bête guhertin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê yekîtiya gelê Sûrî û hevgirtina wî û rola hozên Sûrî û giringiya wê rolê di yekîtiya tevna civakî de da, û got ku tiştê dihêle ku rola êl û hozan bi dirêjiya dîrokê berçav be ew e, ku hevgirtin û girêdan û pabendiya wan ya bi kelebûrê hozê heye, û em jî hêvîdar in ku gelê Sûrî bi tevaya nijad û olên xwe ve, mîna yek hozê bin, daku hevdû bigirin, û bi hev re berve meydana azadiya Sûriyê û serxwebûn û bihêziya wê biçin, û ku hemû kar li ser gihiştina daxwazên şoreşa me di rûmet û azadî û dewleta sivîl û demoqratîk de bikin, û serekên rijêma tawanbar û dagîrkeran ji welêt biqewtînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî