Şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi Nûnertiya Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Endamê Desteya Giştî Necîb Rehmûn, di metingeke nerazîbûnê de beşdar bû, ew metinga nerazîbûnê ji aliyê Zanîngeha Navdewletî ya Zanist û Geşepêdanê ve lidar ket, û şanoya hilbijartinên pêkenokî red kirin.
Û zanîngehê ew rawestan li baregeha xwe ya li bajarê Ezazê li dar xist, û kesayetên siyasî û civakî û kadroyên xwendinê û hejmarek ji xwendekarên zanîngehê têde amade bûn.
Û ev rawestan wek tekezî li ser redkirina şanoya hilbijartinên ku rijêma Esed li deverên di bin kontirola xwe de lidar dixe tê, û beşdaran tekezî li ser redkirina vê şanoyê kirin, û bal kişandin ser nerewatiya pirosesa hilbijartinan ji ber ku dijberî biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa sûryê ye.
Û amadebûyan bi dengê bilind rûxandina rijêmê xwestin, û tekez kirin ku ew ê di şoreşê de berdewam bin, ta pêkanîna daxwazên ku gelê sûrî ji bo wan derketiye.
Û ev rawestan di nav hejmarek ji meting û xwepêşandan û çalakiyên ku li deverên rizgarkirî hat, û Hevbendiya Niştimanî di piraniya wan çalakiyan de beşdar bû, û ji wan çalakiyan metinga ku li zanîngeha Helebê ya azad li dar ketiye û ya li bajarokê Cindirêsê birêve çûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî