Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi boneya Roja Navdewletî ya Jinê, şanaziya xwe bi jinên Sûriyê yên ku roleke wan a sereke di şoreşa Sûrî de di hemû warên jiyanê de heye kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke Rojnemevanî de got ku ew jinên sûrî siyasetmedar û rojnamevan û birînpêç û dayîkên pakrewanan û hevjînên girtiyan in, û hember hemî zehmetiyên jiyanê xweragir in, ew zehmetiyên bi sedema tawankariya berdewam a rijêma Esed ji destpêka şoreşa Sûrî de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku ev boneya ku tevaya gelên cîhanê ahengan bi xelatkirina jinan û pîrozkirina wan li dar dixin, lê bihezaran jinên Sûrî bi sedema helwestên wan ên li dijî rijêmê û piştgiriya wan ji şoreşa Sûrî re, di zîndanên rijêma Esed de ne.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku jinên Sûrî bi sedema helwestên wan rastî binpêkirinên berdewam, îşkence, tundûtûjî û dijminkariyê tên, bêyî ku çi saziyeke navnetewî an navdewletî bizavê bike ji bo wan ji hovîtiya rijêmê rizgar bike.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola jinê di şoreşa Sûrî de û piştgiriya rola wê û karê wê di pêşerojê de kir, ji ber ku berê û hîn jî ew beşekî sereke ji şoreşa Sûriyê ya gewre ye, ya ku bi têkoşîn û xebata tevaya xelkê wê vêketî û berdewam maye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî