Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, komelkujiya Dareya ya mezin anî bîra cîhana azad, ew Tawana ku rijêma Esed di rojeke weke van rojan de li bajarê Dareya li gundewarê Şamê pêk anî û şeş rojan li pey hev dirêj kir, û têde rijêma Esed nêzî 700 sivîlî kuşt, û aliyên mafnasî bi navan 524 pakrewan belge kirin, û têde bêhtir ji 1500 kesî hatin girtin û birîndarkirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro got ku komelkujiya Dareya ya mezin yek ji pîstirîn tawanên ku rijêma Esed dermafê sivîlên Sûrî bi sedema daxwaza azadiyê pêk anî, di wê demê de rijêmê bajar dorpêç kir û taxên nişteciyan û nexweşxaneyên meydanî armanc kirin, û di pey re êrîşî bajêr kir û bidarvekirinên meydanî dermafê malbatan bi temamî bêyî cudakirina di navbera zarok û kal û jinan de pêk anîn.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku rijêma Esed ta bi malbatên ku ketibûn mizgefta Ebo Silêman Eldaranî jî kuştin, û di pey re termê welatiyan şewitandin ji bo ku nasnameya wan winda bike, ew komelkujî yek ji mezintirîn tawanên cengê yên metirsîdar bû, ku rijêma Esed dermafê sivîlan pêk aniye.
Û Hevbendiya Niştimanî nerazîbûna xwe derbarê danûstandina navdewletî li gel rijêma Esed anî ziman, û cext kir ku ne tenê rijêmeke diktator e, lêbelê ew rijêma qirkirinê ye û xwe sparte şêweyê qirkirin û kuştin û girtin û îşkenca rêbazkirî, û pê bi gelê Sûriyê re da û stand, ji ber ku vî gelî dijî desthilatdariya wî serî hilda û azadiya xwe xwest.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku dengê kêr û gule û topxaneyên tawankaran ji dengê dadweriya navdewletî bilindtir bû, û ta vê katê hiştin ku gelê Sûriyê derdeseriya tawanên rijêma Esed bikşîne.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku ew van komelkujiyên belgekirî datîne ber destê tevaya cîhanê daku bizanibin ku gelê Sûriyê bi ti awayî dest ji şoreş û daxwazên xwe yên mafdar bernade, nemaze di sizakirina tawanbar û kujeran û ruxandina rijêma Esed û sembolên wê de, û pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryara Encumena Ewlekariyê 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî