Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dubare daxwaza xwe ya veguhestina doseya Sûrî ji bo Dadgeha tawanên şer û dijemirov yên hatine pêkanîn ji aliyê rejîm û hevalbendên wê nû kir, ji ber ku ev erkek ji erkên Netewên Yekbûyî û tevaya aliyên civaka navnetewî ye.
Ev bang hat di daxuyaniyeke Hevbendiya Niştimanî de bi helkefta şeşemîn salvegera komkujiya “Çemê Qiwêq” li Helebê, ku têde derdora 220 mirovî hatibûn kuştin û jin û zarok jî di nav wan de hebûn.
Hevbendiya Niştimanî got ku komkujiya Çemê Qiwêq li Helebê, yek ji komkujiyên tirsnak yên rejîmê ye “Bi armanckirina şoreşa gelê Sûriyê her ji sala 2011’an ve, û got ku “ew mînakeke balkêş e li ser riftar û xwezaya hov ya rejîmê, herwiha dîmenekî rast pêşkêş dike li ser stemkariya di derheqa sivîl û girtiyên di nava girtîgehên rejîmê de dibe “.
Di rojeke wek vê rojê de, di 29’ê meha Çileya 2013 de, komkujiyek li Çemê Qiwêq ji aliyê hêzên rejîmê li dijî sivîlan û girtiyên Helebê û gundewarê wê hatibû pêkanîn, ku bi guleyan hatin kuştin û paşî termêm wan hatin avêtin di nav ava Çemê Qiwêq de û li ber pêlên avê ber bi deverên rizgarkirî çûn, di heman demê de raportên pizîşkiya dadwerî piştrast kirin ku hin term kelepçekirî, bi cilên sivîlan hatin dîtin, û di nav wan de cenazeyên pênc jinan hatibûn dîtin, ku rastî destdirêjiya sêksî û îşkence û kuştinê hatibûn, herwiha nîşanên îşkenceyê li ser laşên gelek terman hatibûn dîtin.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku ew agahiyên hûrbîn ên vê komkujiyê pêşberî hikûmetên hemû cîhanê û rêxistinên navnetewî û mafên mirovan dikin, ji bo hest bi berpirsyariyên xwe yên derbarê rizgarkirina gelê Sûriyê bikin, û pêwîstiya destwerdana navnetewî ya lezgîn ji bo rawestandina komkujî û tawan û binpêkirinên rejîmê, di nav de rawestandina bilez ya kiryarên darvekirin û îşkenceyên di girtîgehên wê de dibin, û serbestberdana bideh-hezaran kesên hatine binçavkirin, û eşkerekirina çarenivîsa hemû kesên bêserûşûn, û sizadana kesên gunehbar bi pêkanîna van tawanan.
Hevbendiyê dît ku Her kesê riya lêpirsînê ji bo pêkanîna dadperweriyê red dike; xwe bi xwe şermezar dike. Û dît ku şopandina riya dadperweriyê û alîgiriya maf û rastiyê û sizadana tawanbaran, ne bijardeyek ji komke bijardeyan e, lê belê ew riya bi tenê ye ku divê civaka navnetewî bişopîne, û her paşxistineke zêdetir dê dergeh ji bo cîhaneke pir kuştin û tawanên bê sînsor û yasa veke .. û ti kes ji encamên wê rizgar nabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê