Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi amadebûna serokê Hevbendiyê Riyad Sêf roja înê li Istanbulê digel şandekê ji Encûmena Niştimanî ya Kurd bi serokatiya Ibrahîm Biro civiya.
Civîngeran dawîtirîn rewşa meydanî û siyasî gotûbêj kirin, û amadekariyên kongirê Riyadê yê ko tê texmînkirin destpêka çiriya pêşî ya dahatî be gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf şiroveyek li ser rewşa çaksaziyê ya ko ji hêla Hevbendiyê pêk tê hem jî karê desthilata Sûrî ya demkî û pirojeyên wê li hindirê xaka rizgarkirî pêşkêş kir.
Û serokê Hevbendiyê tekez kir ko Encûmen yek ji pêkhatiyên sereke yên Hevbendiya Niştimanî ye, û dibîne ko hebûna Encumana Kurdî di Hevbendiyê de nirxekî bêtir dide karê niştimanî ji aliyê beşdarkirina hemi pêkhateyên civaka Sûriyê de.
Her weha tekez kir ko giring e hevkarî di hemû biwaran de bibe, ji bo misogerkirina amancên ko Hevbendiya Niştimanî li ser wan hatiye avakirin, ew jî rûxandina rêjîmê û bicîkirina daxwazên miletê Sûrî ye ji bo bidestxistina azadî û rûmetê.
Endamên Encûmenê behsa seredanên xwe yên dawî yên Broksel û Mosko û ramanên ko gotûbêj bûn derbarê operasiyona siyasî û danûstandinan kirin.
Serokê Encûman behsa dijwarî û zehmetiyên encuman ji ber stemkariya PYD kir, û got ko milîtanên wê partiyê bêtir ji 50 nivîsgehên wan li Sûriyê girtine û bi dehgan ji endamên wan binçav kirine.
Û got ku ew milîtan nûneritiya Kurdan nakin, û amaje bi wê yekê kir ku aliyê ku bêtir ziyanê ji destê wan milîtanan dibîne Encumana Kurdî ye, û daxwaza hevkariyê di navbera pêkhatiyên siyasî û civaka Sûrî de kir, ji bo diyarkirina xerabiyên karên wan milîsan .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî