Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya avakirina helwesteke navdewletî ya bihêz kir, ya sînorekî ji binpêkirin û tawanên bombebarana rojane re dijî gundewarê Idlib û Hemayê deyne, û dibîne ku rêjîm bi mebest sivîlan amanc dike, û tawankariyan derheqê wan pêk tîne.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ko helwesta navdewletî ya nû dibe rê li ber çareseriya siyasî ya giştî û rastî li gora biryara 3354ê û daxuyaniya Cinêvê veke, bi taybetî bo veguhastina siyasî û desteya desthilatdar a veguhêz bi hemû karûbar û erkan.
Di daxuyaniyê de hejmara şehîdan di meha bûrî de hat, herweha serjimariya operasiyonên bombebarana ko rêjîmê û hevalbendên wê pêk anîne, û diyar kir ko serjimarî û rêjeya şehîdan di nava zarok û jinan de tekez dikin ko sivîl û herêmên niştecihan ew in yên ko dikevin ber bombebaranê.
Û got ku piraniya şehîd û birîndaran di salên bûrî de ketine, ji encama tawankariyên cengê û komkujî û pirojeyên qirkirin û koçkirinê, himber rewşine pir kêm yên himberiya çekdarî an leşkerî.
Û berdewam kir û got: Ji roja yekem ya Şoreşa Sûriyê û heta niha welatiyên sivîl armancên sereke ne ji rejîma Esed û hevalbendên wê û piştevanên wan re, ji bo ku armancên xwe bicih neynin, û parastina toreya sitemkarî û tawankariyê û gerantiya berdewamiya destkeftên hejmareke kêm ji tawankaran û alîgirên wan û hiştina Sûriyê wek navend û kaniya tundî û belavbûna teror û tevliheviyê li deverê.
Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ko Rejîma Esed tevahiya destpêşxêriyan red kirin, û pabendî ti rêkeftin û biryareke navdewletî girêdayî rewşa Sûriyê nebû, çi biryarên girêdayî agirbestê yan yên girêdayî çareseriya siyasî bin.
Her weha got ku giring e peydeçûna berpirsiyarên binpêkirinên li herêmên peymana bêçek bibe, û bikaranîna alavên çavdêriyê û peydeçûnê ya ko li ser lihev kirine da nehêlin peyman bibe navgîniyek bo çavgirtinê û rizgarbûna ji sizayan.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê bangeke lezgîn arasteyî dewlet û rêxistin û dezgeh û çalakvanan ji tevahiya cîhanê dike, bi taybet yên ku piştevaniya şoreşa gelê Sûriyê kirin û beşdarî di nerîn û xwestekên wan de kirin, û daxwaza pêşkêşkirina piştevaniya rasteqîne ji gelê Sûriyê re li ser hemi astan kir, herwiha pabendbûn bi piştevaniya mafên wî yê rewa di azadî û dadwerî û rûmet û jiyana li jêr dewleteke sivîl a demkrat û fireh alî de.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştîmaniya