Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi tundî êrîşa terorîstî ya ku îro danê sibê li paytexta Tirkiyê Enqerê rû daye, û devera nêzîkî Wezareta Navxwe armanc kiriye, şermezar kir, û hevxemiya xwe bi gelê Tirkiyê û hikûmeta wê re nîşan da, û hêviya saxlemî û berdewamiya ewlehî û aramiyê wan anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de derbarê êrîşa teroristî ya ku paytexta Tirkiyê Enqere armanc kiriye, ked û xebata dewleta Tirkiyê di şerê wê yê li dijî teror û tundrewiyê de li çi deverê be bilind nirxand.
Û tekezî li ser pêwîstiya jinavbirina rêxistinên terorîst ên ku armanca wan têkdana aramî û ewlehiyê li Sûriya û Tirkiyê û li ser asta herêmî û navdewletî ye û aştiya gelan û pêkvejiyana wan dixe bin gefê de kir, bi taybetî komên girêdayî PKKe ya terorîst û rêxistinên terrorist ên mezhebî yên sînoran derbas dikin, û tawanên cengê dermafê gelê Sûriyê pêk tînin, û li kêleka rijêma zordar radiwestin.
Û Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya karê hevbeş ê herêmî û navdewletî yê ji bo qedexekirina rêxistinên terorîst ên ku ewlehî û aramiya herêmî û navdewletî têk dibin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî