Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu kir, têde hevxemî û rawestana xwe li gel Tirkiyê û gelê wê dijî terorê anî ziman, û sersaxiyên germ bo malbatên qurbaniyên teqîna teroristî ya kolana Istiqlalê li devera Teqsîmê pêşkêş kirin.
Û Elmislit bi tundî ev kiryara terorîstî ya hovane şermezar kir, û tekezî li ser pêwîstiya şerê dijî terorîstan û hemû piştgirên wan kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di vê derbarê de daxwiyaniyek derxist û têde êrîşa terorîstî şermezar kir, û xemgîniya xwe derbirê êş û azara birayên xwe yên Tirkiyê anî ziman, û sersaxiyên germ bo Komara Tirkiyê tev gel û hikûmet û nemaze malbatên qurbaniyan pêşkêş kir, û hêviyên saxlemiya lezgîn bo birîndaran xwestin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî