Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm, tekezî ser giringiya tevgera sivîl ya ku ji berê de desthilata Esed red dike, û nuha hêzên ramantarî wek Desteya Tehrîr Elşam red dike, û bi tundî bombebarana li ser gundewarê Idlibê protesto kir.
Ev gotin di hevdîtina emîndarê giştî û çend endamên desteya siyasî digel Encûmena parêzgeha Idlib îro sêşembê di rêya internetê re çêbû, bi amanca bûyerên li Idlib çêbûn zelal bikin.
Elhekîm bi tundî êrîşên asmanî yên ko îro gundewarê Idlib amanc kirin pirotesto kirin, û ji wan cihan nexweşxana Eltih nêzîk Me’ret Euman, û daxwaz ji Encûmena parêzgehê û hemû Encûmenên xwecihî kir ko ji qonaxa dahatî û hesteyariya wê re û ji nişkaviyên dibe ku çêbibin re, amade bin.
Her weha piştgiriya hevbendiya niştimanî ji hemû karên aştiyane re tekez kir, ew karên ku rêjîmê û hêzên tundrew pev re red dikin û got: “em ji wan kesên ko ketine nav van rêkxistinên di lîsteya tiroristiyê de ne dixwazin ku ji wan vekişin.” Û hişyarî da ji karekî leşkerî lidijî Idlib ji ber Desteya Tehrîr Elşam bûye nûnera Cebhet Elnesra ya di lista tiroristiya cîhanî de ye.
Endamê desteya siyasî Hadî Elbehre kongirê vê dawiyê li Idlib çêbû red kir û got ku desthilata demkî ew destê cîbicîkirinê yê Hevbendiya niştimanî ye, û encûmenên xwecihî jî ji bo birêvebirina herêmên rizgarkirî ne. Elbehre dibîne ko çi hewildan ji kîjan alî be ew dixwaze hêzan li binguhê hev bixe û ne ji bo wan bi yek bike, û destnîşan kir ko yê dixwaze kar bi pêşve bibe dê piştgiriya tiştê şoreşê damezirandine bike.
Emîndarê giştî û yên amadebûyî di hevdîtina wan digel Encûmena parêzgeha Idlib de pêşveçûnên meydanî û nearamiya ewlehiyê ya parêzgehê dan diyarkirin, civîngeran encamên kongirê Astane û bandora wê li ser parêzgeha Idlib gengeşe kirin.
Tê zanîn ku ev hevdîtinên herdemî yên navbera Hevbendiya Niştimanî û encûmenên xwecihçî de çêdibin ji bo tiştê li ser xakê li hemû herêmên Sûriyê çêdibe pêşdîtin dikin, û ji bo mukumkirina peywendî û danûstandinan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî