Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyekê de, îro, da zanîn ku wê peywendî li gel Hikûmeta Tirkiyê pêk anîne derbarê bûyera cihê mixabîniyê ya li ser sînorê Sûriya-Tirkiyê rûdaye û tê de hejmarek ji welatiyên Sûrî rastî êrişan hatine û di encamê de yekî ji wan jiyana xwe ji dest daye, û daxwaza vekirina lêpirsînê derbarê bûyerê û sizakirina kesên di ber de berpisyar in kir, û Wezareta Navxwe di Hikûmeta Tirkiyê de bersiv da û nerazîbûna xwe derbarê tiştê bûye anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de şermezarkirina xwe ji çi binpêkirina dijî bêsûcan dibe anîn ziman, û bal kişand ser giringiya sizadana endamên beşdarî di kuştin û işkencekirina hejmarek ciwanên sûrî de kirine, ji bo parastina peywendiyên biratî yên ciyawaz di nav gelên herdû welatan de.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê sedemên ku hiştine ew endam di vê bûyerê de beşdar bibin, bên zanîn, û siza bibin, da di paşerojê de bûyerên weha çênebin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxeyaniya xwe de sersaxî bo malbata kesê jiyana xwe ji dest daye re pêşkêş kir, û dilovaniya xweda jê re xwest, û hêviya saxbûna zû ji birîndaran re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî