Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, xweşhaliya xwe diyar kir, bi biryara Birîtanyayê ya derbarê xistina rêxistina Hizbullah, bi tevaya beşên wê, di lîsteya rêxistinên terrorist de, biryara dihêle tevaya endamên van milîsnan herweha piştgirên wan û kesên alîkariya darayî bi wan re dikin têkevin ber sizayên vê yasayê de.
Û Hevbendiyê got ku tewankariyên vê rêxistina terrorist a mafyawî li dijî gelê Sûriyê pir mezin û bobelatî ne, û serkirdeyên wê berpirsyar in di ber kuştina bidehhezarên şehîdan ji zarok û jin û kal û pîran, û divê pêngavine yasayî bêne avêtin ji bo sizakirina vê rêxistinê.
Her weha got ku derengmayîna desthilatên cîhanê û rêxistinên navdewletî di nîşandana helwestên piransîbî ji vê rêxistinê û rêxistinên wek wê û dewletên piştgiriya wan dikin, dihêle kirîz mezintir bibe, û hejmarên mezintir ji qurbaniyan çêbibin, bê ku ti behane hebe.
Û hevbendiyê anî zaman ku gelê Sûriyê û tevaya gelên deverê, bendewarên bidawîkirina rola vê rêxistinê ne, ya ku wek desteka rijêma Îranê li deverê tê dîtin, ji bo bidawîhatina bobeletên ku vê rêxistinê li herêmê çêkirine.
Hêjayî gotinê ye ku ev biryar hat piştî ku Wezareta Gencîneya Birîtnî, Hizbullah a libnanî bi tevaya beşên wê, wek rêxistinek terorîstî xistin lîsteya terorê de, û biryara blokkirina pereyên wan ên di bankan de, ji roja pêncşembê de, her weha hikûmeta birîtanî Hizbullah li welatê xwe ji heyva sibata bûrî de bi temamî qedexe kiribû, û ew wek rêxsineke terrorist bi nav kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî