Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hebûna xwe li Tirkiyê di riya vekirina ofîsan re li paytexta Tirkiyê Enqerê û hin îyaletên dîtir berfireh kir, ji bilî ofîsên Hevbendiyê yên li Îyaletên Entab, Orfa, Mersîn û Hatayê, bi armanca çalakiririna peywendiyên navdewletî û beşdariya di vekirina kenalên nû yên pêwendiyan bi nûnerên dewletên dostên şoreşa Sûriyê re ji aliyekî ve, her weha hewildanên Hevbendiyê yên berdewam bo serpereştiya karûbarên yasayî yên penaberên Sûrî li Tirkiyê ji aliyekî dî ve.
Û ev berfirehkrin di çarçoveya hewildanên Hevbendiyê de tê, ji bo nûneratiya siyasî ya bibandor û berfireh a şoreşa Sûriyê li derve bike, û dengê Sûriyên azad û daxwazên wan bighîne dewletên xwedî-bandor di dosya Sûriyê de.
Û Hevbendiya Niştimanî di riya çalakiyên xwe yên navdewletî re hewil dide ku dosya Sûriyê ji civaka navdewletî re bike dosya pêşîn, û daxwaza dadgehkirina rijêma Esed li ser tawanên wê dermafê Sûriyan kir, her weha piştgiriya pirosesa veguhastina siyasî bi awayekî kartêker û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 daku daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî