Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, li bajarê Hewlêrê bi şandekî ji Encûmana Sivîl a Efrînê re civiya, û di hevdîtinê de herdû endamên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Şelal Gedo û Îmad Berho amade bûn.
Û Cîgirê Serok rewşa siyasî û meydanî li Sûriyê û dawîtirîn pêşhatên girêdayî pirosesa siyasî li Cinêvê berçav kirin, û bal kişand ser tunebûna asoyên çareya siyasî di dema retkirina rijêma Esed ji tevaya dosyên li ser masa danûstandinê re yên ku li Cinêvê bi serpereştiya navdewletî birêve diçin.
Û Beşar bi hûrbînî li ser rewşa devera Efrînê û dijwariyên ku dibin asteng di riya vegera xelkê wê de axivî, nemaze kiryarên milîsên PYD yên çekdar ku nahêlin çi kes vegere ser mal û xaka xwe û propogenda wan a ku rewşa Efrînê weke dojehê ji xelkê re diyar dike, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya li gel Tirkiyê bizavê ji bo çareserkirina tevaya pirsgirêkan dike, daku rê li pêşiya vegera xelkê bo cihên wan ên resen xweş bike.
Û herdû endamên Hevbendiya Niştimanî Şelal Gedo û Îmad Berho, tekezî li ser giringiya hevkariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Encumena Sivîl a Efrînê de di riya pirkirina bizavan ji bo bilindkirina asta xizmetkariyan li Efrînê û seranserî deverên rizgarkirî kirin, her weha xwestin ku saziyên civaka sivîl xwe ji nakokiyên siyasî û meydanî dûr bixin.
Ji aliyê xwe ve Şandê Encumena Sivîl a Efrînê, spasiya Hevbendiya Niştimanî li ser hevdîtinên wek vê kir, û tekezî li ser giringiya van civînan ji bo çesipandina hevkariyê di navbera wan û aliyên kartêker de li devera Efrînê, yaku di rewşin dijwar re derbas dibe, û hewcedarî hevkariya tevaya aliyan e ji bo pêkanîna berjewendiya xelkê wê, kir.
Û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya dubarekirina hevdîtinan û xurtkirina hevkarî û hevrêziyê û pirkirina bizavên hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyên dahatî kirin.
Encûmana Sivîl a Efrînê, xwe wek saziyeke sivîl a ne ji bo qezencên darayê kar dike dide nasîn. Di sala 2018an de li Ewropa hatiye damezrandin, û di karê xwe de giringiyê dide doza welat û xakê li Ferînê, û li welat û diyasporayê kar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî