Şandeya ofisa peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ligel şandeya wezareta derve ya Brîtanyayê li êvariya îro sêşemê civiya, û bi wan re pêşveçûnên dawî yên siyasî û meydanî yê doseya Sûrîyê gotubêj kirin, û bi taybetî bûyerên tirsnak li deverên kêmkirina êrîşan li bakurê Sûriyê.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî , Dima Mosa, di wê civînê de tekez kir ku operasyonên leşkerî yên rejîma Esad û Rûsya li ser herêmê her ji meha nîsana borî ve; bûne sedema gelek tawanên şer, û civaka navdewletî nikare berdewam bêdeng bimîne, û xwest Brîtaniya Kar ji bo rawestandina oparesyonan bike, û bi berpirsiyariya xwe ya yasayî û mirovî ji bo parastina sîvîlan rabe.
Mosa, bal kişand ku rewşa mirovahî berdewam ber bi xirabûnê diçe, ji ber armanckirina welatiyên sivîl û navendên giştî û dezgehên bijîşkî ya bi mebest ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsya, û diyar kir ku ew tawan digehêjin asta tawanên navnetewî, yên ku armanca wan ya yekem ferzkirina rewşa kuştinê û jinavbirina hewldanên destpêkirina pêvajoya siyasî e.
Mosa daxwaza vegerandina piştgiriya sektora mirovî li parêzgeha Idlibê kir, bi taybetî jî di aliyê bijîşkî de, û da zanîn ku berdewamiya êrîşên rêjîmê û Rûsya bi taybetî li ser navendên giring û dezgehên bijîşkî, tê bi armanca birîna riyên jiyanê û neçarkirina sivîlan li ser xweradestkirinê û koçberiya bi darê zorê ber bi herêmên din de.
Mosa got: “ev bijarde êdî nema pêkane piştî ev herêm bû penageha dawiyê ji bo derbideran li Sûriyê, bi taybetî deverên peymanên agirbestê yên bi darê zorê, ku di bin de bi milyonan xelkê Sûriyê ji deverên xwe derbider bûn ji tirsa gefên li ser jiyana wan ji aliyê rejîmê li deverên di bin kontrola wê de, ji tirsa girtin, îşkence û windakirinê”.
Mosa di civînê de gotarek li ser plana hikûmeta demî ya paşerojê û armancên wê pêşkêş kir, cîgira serokê Hevbendiya Niştimani got ku tişta herî girîng di xebatên hikûmeta demî de, ku di zûtirîn dem de ewlekarî, aramî û xizmetên bingehîn ji bo welatiyên sivîl dabîn bike, û bibe nimûneyek ji bo beşê cîbicîkar ê hevbendiyê , û ji bo herêmên din jî berfireh berfireh bibe dema derfet çêbibe , û bal kişand ku pêwîstiya Hevbendiya Niştimanî bi piştgirîyê heye, daku karûbarê hikûmetê li hemû deverên rizgarkirî bike, ji bo xizmeta Sûriyan.
Mosa, bal kişand li ser pêkanîna hikûmeta demî ya Sûriyê, ji aliyê birêz Abdul-Rahman Mustafa, ku berdewam e di civînên şêwrê de, bi rayedarên û deste û rêxistinên sivîl yên hundir re, ji bo pênasîna hikûmetê û planên wê ji bo xebatê di qonaxa pêş de, tevî zehmetiyên herî sereke, û derfetên ji bo hilbijartina kabîna wezîran ya nimûneyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî