Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hewldanên êrîşkirin û derbasbûna Deraa yaku Tabûra Çarem a hêzên rijêma Esed ya di bin desthilata Îranê de ye, bicî aniye şermezar kir, ji ber ku hêzên rijêmê gereke nû ji êrîşên xedir û nerewa li başûrê Sûriyê pêk tîne, wek binpêkirinên eşkere ji lihevhatinên kêmkirina şer re li deverê, tevî operasyonên serdegirtin û tirsandin û girtinê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku ev binpêkirin ti rojê nehatine rawestandin, tevlî di bin sîbera rêkeftinên agirbestê yên di sala 2018an de yên bi lixwagirtina Rûsiya birêve çûn de ne.
Û daxwiyaniyê got ku Rûsiya ku pabendî bi ti lihevkirinên lidarxistine an yên têde aliyê ku rijêma xiniz lixwe girtibû nekir, ev yek tekez dike ku ew ne cihê baweriyê ye, û ne jî dikare peymanan cîbicî bike, û peymanên ku bi awayekî domdar binpê dike biparêze.
Û Hevbendiya Niştimanî pesna xweragiriya xelkê Horanê li hember xedra rijêmê û piştgirên wê da, û careke din di bîra civaka navdewletî anî daku berpirsyariya xwe derbarê parastin û ewlehiyê, her weha li hember metirsiyên ku gefê didin jiyana sivîlan li deverên başûrê Sûriyê hilgire.
Û ji civaka navdewletî xwestin ku bi tevgerike cidî bo piştgiriya veguhestina siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254 rabe, û kar li ser rawestandina siyasetên Îranê û Rûsa yên dixwazin bêserûberiyê belav bikin û agirê nakokiyan li deverê gur bikin bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî