Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku metirsiya nemana xwarinê xelkê Sûriyê dixe bin gefa birçîmanê de, bi sedema berdewamiya xirabiya rewşa aborî û pêgirtina rijêma Esed bi desthilatê û retkirina çi pirosesa veguhastina siyasî li welêt.
Û endama Desteya Siyasî Selwa Eksoy, diyar kir ku rewşa jiyana sûriyan cihê tirsê ye, û ti carî baş nabe eger çeteyên Esed ên desthilatiya welêt bi darê zorê dikin bimînin, û got ku Esed û malbata wî destûr dane milîsan daku diravan ji gelê Sûriyê bistînin û jiyana wan asteng bikin.
Û ji civaka navdewletî xwest ku temamê berpisyariyên xwe derbarê gelê Sûriyê hilgirin, nemaze piştgiriya dirêjkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re, û kartêkerkirina pirosesa siyasî bi hemû beşên wê ve, û piştgiriya pirosesa veguhastina siyasî.
Û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, haydarî da darbarê metirsiya rewşa jiyanê li Sûriyê, û got ku 14 melyon û 600 hezar kes li Sûriyê hewcedarî alîkariyên mirovahî ne, û 90% ji gelê Sûriyê di bin xêza hejariyê de dijîn.
Û Pirograma Xwarinê ya Cîhanî anî ziman ku 12 milyon Sûrî derdeseriya tunebûna ewlehiya xwarinê dikşînin, û hejmara kesên ku bi xwirtî derdeseriya nebûna ewlehiya xwarinê dikşînin 2 melyon û nîv in, û xelkên ku heye rastî metirsiya nemana ewlehiya xwarinê bên nêzî 2 melyon kesî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî