Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştarên ko Rêjîma Esed di taxa Elwe’ir de kirin perotesteo kir û li ser zimanê berdevkê wê yê fermî Salim Elmislit
“Hişyarî da ji metirsiya ko Hevpeyman berdewam li Daiş tenê bide û Rêjîma Esed piştguh bike, ev mijar dihêle ko miletê Sûriyê nema baweriyê bi amancên Hevpeymanê yên li Sûriyê bîne.”
Hêjayî gotinê ye Taxa Elwe’r li bajarê Humsê ev bû bêtir ji salekê rewşeke pir aloz dibuhûrîne, Rêjma Esed di çend rojên çûyî de êrîşeke leşkerî da ser taxa ko bêtir ji 250hezar niştecih tê de ne, rojane li dora 15 bermîlên teqîner bi ser de davêtin, heta nuha li dora 10 pakrewanan û bi dehan birîndar bûne û li gora Çalakvan dibêjin wêraniyeke bêhmpa çê bûye.
Çalakvan bi navnîşanê “We’ira me dişewite” bi kampaniyekê rabûne, da ji raya giştî re kuştarên Esed li taxê dike berçav bikin, û hem jî ji bo navtêdana Rêkxistinên Navnetewî bikin da alîkariyên hawarçûnê û yên bijîşkiyê pêşkêş bikin û dorpêçê ji ser rakin.
Lê bersiva Netewên Yekbûyî bi kêmkirina qebareya alîkariyên Penaberên Sûrî bû bi rêjeya 40% û evê biryarê li gora Alîkara Birêvebira programê xwarinê ya cîhanî ji îro ve dest pê kir.
Jêder: Hevbendî