Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nûra Elemîr dorpêçkirina asê li ser deverên Xûta Şamê û hin dever li paytext û taxên We`ir li Hums,Hola û Gundewarên Bakurî Humsê bi ” Qirkirina Giştî ya ku ne kêmî metirsya pêkanîna Esed ji çekên kîmawî û bermîlên teqîner dijî sivîlên ku doza rûxandina wî dikin e”.
Elemîr salix da. Û got:” Bêdengiya Civaka Navdewletî derbarê kirdarê Esed yên tawankarî beşdarîk e bi rêyekê dî di melevaniya di xwîna Sûriyan de. Ev helwesta neberpirs e û werîsên baweriya mayî di navbera hêzên navdewletî û milletê sûrî de dibire, ji ber bêdengiya Cîhanê li ser jêkêşana siyasî ya ne-exlaqî ku Esed tê de kilora nan û gepa jiyanê bo cebirkirina Sûriyan bo vegerê bikar tîne tawanbariyek mirovahî ye ne kêmî ya ku Esed di derheqê hemwelatiên Sûrî de bikar tine”.
Li ser vê bingehê Elemîr ji Civaka Navdewletî xwest ” Berpirsiyariyên xwe hilgrin û biriyara Encumena Ewlekariyê nemre 2139 bi vekirina dorpêçkirina giştî li ser hemû bajarên Kurdî pêk bînin, herweha bikaranî biryara nemre 2165 bo derbaskirina alîkariyên mirovahî û nojdarî ji bajarên dorpêçkiri bê erêniya Esed”.
Elemîr berdewam kir ” Awartekirina erêkirina Esed ji biryarê biryayreke ji Civaka Navdewletî bi tawanbarkirina Esed e, lewre Esedê tawanabr nikare rêdanê bo derbaskirina alîkariyên mirovahî bide, ji ber bi kurtayî ew e yê ku tawana mirovahî li ser xelkên dorpêçkirî de pêk tîne. Lê tiştê balkêş di meselê de, hemû biryarên navdewletî man xîmava li ser kaxezê, vîna navdewletê mafê jiyanê û pêkanînê jê re nenivîsandin. Ji ber vîna navdewletî bikar nayê eger biryarek dî bi sezakirina yê ku nahêle opeasyon pêk were, û ev yeke ku Vîtû di biryarên Encumena Elekariyê de xwe jê dûr dixe”.
Elemîr gotina xwe bidawî kir:” Bûyera derzîdanên mirinê ne dûr e, û yên ku guneh hildigrin, ne tenê yên bi karê bernameya derzîdanê radibin, lê dorpêçkirina ji hêla Esed ve li ser deverên rûxandina wî dixwazin, bêdengiya navdewletî ya bêhempa li ser vê dorpêçkirinê, û giraniya wî di bicihanîna biryarên Encumena Ewlekariyê de jî vî gunehî hildigrin”.
Jêder: Hevbendî