(Hewlêr – Hevbendî – Hîwa can ) wek bersiv ji vexwendina serokê komara Îraqê Fûad Me’isûm re, şandeka komîta Peywendiyên Derve ya ( E.N.K.S ) xwe amade dike da hevdîtinê bi serokê îraqê re bikin. Ev şand bi serokatiya Hemîd Hac Dewrêş – serokê komîteya peywendiyên derve- , Mistefa Sîno , Ebidilhekîm Beşar – cîgerê serokê hevbendiyaiya niştîmanî ya sûrî – û D.Zûhêr Daûd û Birahîm Biro.
Li hotêla Darîn, Mistefa sîno endamê şandê ji malpera mere got: em weke ( E.N.K.S ) dibînin ev vewendina serokkomarê îraqê gelekî giring e ji me re, di civata me bi serok komar re emê li ser du xalên sereke bisekinin. Ya yekem babeta teroristiyê û êrîşên çekdarên radîkal wek hêzên Daiş ku êrîşî Îraqê dikin û gefan li navçeyên kurdî li sûrî dikin , û xala duyem şêweyên piştgiriya komara îraqê ji doza kurdî li Sûryê. û tekez kir kû ew gelek dilxweş e bi kar û bizavên Komîta Peywendiyên Derve ya ( E.N.K.S ) bi welatên derdorî sûrî re, û pêşxistina wan ji karê ( E.N.K.S ) re di hundirê Sûrya de.