Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Basil Ginêm, diyar kir ku hewlên cidî û bilez ji aliyê Îran û rêjîma Esed ve dibin ji bo ku tevahiya parêzgeha Deraa kontirol bikin, ji bo ku Tehran karibe vê dosyayê bi awayekî siyasî di dema danûstandinên xwe yên navdewletî de bi kar bîne.
Û derbarê rêkeftina ku niha li Tefas li gundewarê Deraayê pêk tê, Ginêm îro roja Înê di daxwiyaniyeke taybet de got ku rêjîmê ji berê de nikarîye tevaya parêzgeha Deraa kontrol bike, û hîn gelek dever di bin kontirola şoreşgeran de ne, û bal kişand ser ku rêjîm vegeriyaye bikaranîna heman rêbazên ku li herêmên cuda pêk anîne, di riya çêkirina behaneyên derewîn re daku êrîşî wan deveran bike û xelkê wan koçber bike, an wan neçar bihêle ku rêkeftinên lihevkirinên bi zorê bipejrînin.
Û Ginêm tekez kir ku her tiştê ku rêjîm pê radibe ji bo razîkirina Îranê ye, çimkî Tefas li aliyê rojavayê Deraa ye, û devereke ku milîsên mezhebî yên Îranî hewil didin derbasê bibin û tevaya başûr kontrol bikin, ji bo madeyên hişber belav bikin, û fişaran li civaka navdewletî bikin.
Û got ku Îranê karîbû xwe ji rêkeftina ku rê nedida wê ku li başûr hebe di riya veşartina milîsên xwe di bin cilên hêzên rijêma Esed re rizgar bike, û tekez kir ku Îran bi hêz rêvebirin û piştgiriya operasyonên leşkerî yên ku rijêma Esed li başûrê Sûriyê pê radibe dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî