Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de duh êvarî, tekez kir ku dagîrkerê rûsî û milîsên îranî û çeteyên Esed, tevaya şêweyên tewanan dijî sivîlan li Meeret Elnuhman û gundewarên Idlib û Helebê bikar anîne.
Û Hevbendiyê got ku dagîrkerê rûsî û çeteyên Esed bi riya çekên qedexe ji hêla navdewletî ve deverên sivîlan armankirin, û bidehên hezaran ji sivîlan, bi sivkatiya bi biryarên navdewletî û yasa û rewiştên navnetewî li pêş çavê cîhanê koçber kirin.
Û Hevbendiyê dît ku Hemû di rijandina xwîna sûriyan de beşdar in, yên bombebaran kirine, yên kuştin kirine, yên pere dane, ên milîsên mezhebperest şandine, ên simt û cihên deveran dane yê kujer, yên sûrî ji alavên berevanî û berxwedanê bêpar kirine û yên bêdeng mane.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê ji gelên cîhanê û desteyên sivîl û yên mafnasî û saziyên civaka sivîl û çalakvanên li tevaya cîhanê, daxwaza tevgereke bilez kir daku fişaran li ser hikûmetan bisepînin, ji bo rawestandina vê helmeta tewankarî, û cîbicîkirina biryar û yasayên navdewletî.
û Hevbendiyê tekez kir ku Rûs û îranî ne yekem kes in yên Meeret Elnuhman dagîr kirine, ji berî wan jî gelek dagîrker hatibûn, lê tev de têk çûn, û Sûriya ma, herweha dê dagîrkerên niha jî bi destê qehremanên wî bajarî têk bişikin, û got ji gelên cîhanê tê xwestin ku piştgiriya daxwaz û mafên sûriyan yên rizgarbûna ji stemkarî û terorîstiyê bikin, da bi aştî di bin siya rijêmeke demuqrat de bijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî