Hevbendiya Niştimanî dît ku teqîna terorîstî ya ku sivîlên bazara şînahî li Serê Kaniyê bakurê Sûriyê armanc kir, nîşanekî nû ye li ser piştgirêdana şaş yaku hin aliyên navdewletî bikaranine.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuiyaniyeke Rojnamevanî de hişyarî da metirsiya pîvana bi du pîverên cuda dema têkiliyê bi wan rêxistnan re dikin, û ji aliyên navdewletî daxwaz kir ku pêwîstî heye ew berpisiyarê derbarê terror û rêxistinên terorîst li Sûriyê hilgirin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku em bawer in ku ew komik û rêxistinên terorîstî nikarin armancên xwe li Sûriyê û deverê pêk bînin, û di şerê xwe yê dijî gelê Sûrî têkçûne.
Û daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî cextê li ser metirsiya berdewamkirina bidesxistina wan ji piştgirî û alîkariya darayî û hêsankariyan re dikn, ew jî tê wê wateyê ku ew Karin herdem tewanên weha bicî bînin.
Û daxuyaniya Hevbendiyê bal kişand ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî hewcedarî piştgirîyê ne, ji bo van rêxistinan dorpêç bikin, û ji hev bixînin, û gefên wan li ser sivîlan bidawî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî