Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hejmarek ji nameyan ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Nûnerê Yekîtiya Ewropî bo Karûbarên Derve Josep Borrell, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen û hejmarek ji dewletên dostên gelê Sûriyê re şandin, derbarê metirsiya hewlên biserxistina rijêma Esed û asayîkirina pêwendiyan li gel wê.
Û di lîsteya dewletan de navên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Kanada, Belçîka, Îtalya, Hollanda, Norwêc, Swêd, Okranya û Japonya cih girtin.
Û Elmislit tekez kir ku her pêngavek ber bi rijêma Esed ve, naghêje çareseriyeke siyasî li Sûriyê, lêbelê dê rewşa tawankarên cengê bihêztir bike, û bibe sedema tawankarî û komkujiyên zêdetir li dijî gelê Sûriyê.
Û Elmislit di bîr anî ku rijêma Esed di pêkanîna kiryarên hovane li dijî gelê Sûriyê de xwedî dîrokeke dirêj e, û di nav wan de bikaranîna çekên kîmawî yên ku ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ve hatiye çespandin, herweha piştgiriya wê ji milîsên cuda yên terorîst re, û bikaranîna saziyên dewletê li Sûriyê ji berjewendiya xwe re.
Û Elmislit cext kir ku rijêma Esed di têkdana aramiyê li deverê de bi rêya bikaranîna tektîkên tiroristî kar kiriye, ji bo ku civaka navdewletî bixapîne, da têkeve wê baweriyê de ku rijêm bi tenê dikare aramiyê vegerîne, ev yek jî tenê ji bo ku mana xwe li ser desthilatê misoger bike.
Û Elmislit bal kişand ser ku çawa rijêma Esed Sûriyê veguherandiye navendeke cîhanî ji bo berhemanîn û hinartina keresteyên hişbir, ya ku bûye cihê diltengî û tirsa dewletên cîran û civaka navdewletî, û bal kişand ser ku rijêmê xwe spartiye bazirganiya keresteyên hişbir, wek rêyekê da ji sizayan bireve û nehêle aboriya wê hilweşe, û ta bi milîsên xwe jî di van çalakiyên nerewa de bikar anîn.
Û Elmislit tekez kir ku kiryarên wêranker ên rijêmê li Sûriyê, û hinartina terorîstiyê û keresteyên hişbir bo dewletên cîran, û xizmetkirina berjewendiyên Îranê bi têkdana aramiyê li deverê, û xurtkirina pirojeya şoreşa Xumeynî, metirsiyeke cidî li ser aştî û ewlehiya herêmê û cîhanê çêdike, û ziyanê dighîne hejmareke mezin ji mirovan.
Û Elmislit cext kir ku gelê Sûriyê helwesta xwe bi zelalî eşkere kiriye, û her hewlên asayîkirina têkliyan bi rijêmê re red dike, û tekezî li ser pabendbûna xwe bi piransîpên şoreşa Sûriyê kir, û ku ew dê kar ji bo Sûriyeke azad û demokrat bi rêyên aştiyane berdewam bike, û daxwaza rêzgirtina hêviyên gelê Sûriyê û piştgiriya xebata wî ya ji bo pêşerojek çêtir kir.
Û Elmislit daxwaza pabendbûna bi pirensîpên dadwerî û dadpirsînê û misogerkirina sizakirina kesên di ber pêkanîna tawanên dijî gelê Sûriyê de berpisyar in kir, û tekezî li ser pêwîstiya mana îzolekirina rijêma Esed û sizakirina wê li ser kiryarên kirêt kir, û dît ku bidawîkirina îzolekirina rijêmê xelatkirin e jê re li ser pêkanîna wê ji bihezaran tawanan re û ew ê rê li pêş hemû hewlên gihiştina çareseriya siyasî bigre.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya karê bi hev re ji bo pêkanîna veguheztina siyasî li Sûriyê û cîbicîkirina hemû biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê bi taybet peymana Cenêvê û biryarên 2118 û 2254, ji bo azadkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windayan û dadpirsîna tawanbarên cengê kir.
Û got ku derengmana cîbicîkirina biryara 2254 dê bandoreke wê ya neyînî hebe, ne tenê li ser Sûriyê lêbelê li ser aştî û ewlehiya navdewletî bi tevahî, û tekez kir ku ji berjewendiya her kesî ye ku kar ji bo çareseriyeke aştiyane bibe, ya ku wê sûdê bighîne miletê Sûriyê û deverê bi giştî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî