Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku hîn jî sedemên qewtandina rijêma tawankar ji Komkara Dewletên Erebî û sepandina îzolekirina navdewletî li ser wê berdewam û li dar in, di riya tawanên ku rijêm li dijî Sûriyan li deverên rizgarkirî yên ku rojane bombebaran dike re, herweha berdewam e li dijî Sûriyên li deverên di bin kontirola wê de, yên ku di şert û mercên tirs û tepeserkirina ewlekarî û gendelî û rewşa jiyanê ya xerab de dijîn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro got ku ev rijêm ji salan de bûye navendeke gefa rasteqîn li ser deverê û cîhanê, di warê vehewandin û hembêzkirina milîsên terorîstên Îranê û veguhertina deverê bo navendeke belavkirina keresteyên hişbir û Kaptagonê li tevaya dinyayê.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku Rijêma Esed rijêmeke qirkirinê ye, çekên kîmawî, bermîlên teqîner, û hemû cureyên çekan li dijî sivîlên bêguneh bikar anîn, da ku wan ji daxwazên wan ên rewa yên azadî û rûmetê bihêle, û sedemên ku hiştine ew bê dûrxistin hîn jî hene, û çênabe ku bên paşguhkirin an jibîrkirin bi pêşdeçûna demê re, nemaze ku heta niha bombebarankirin û tawanên wê nehatine rawestandin, bi sedema şopandina wê ji rêbaza tawankarî re, û bi hevkariya hevalbendên xwe ji wê rêbazê derneketiye.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê amaje bi wê yekê kir ku Ev rijêma ku siyaseta kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê bikar aniye, nikare bibe çavkaniya ewlehî û aramiyê, û vexwendina wê ji bo amadebûna di civîna Komkara Erebî de, di berjewendiya rijêma Tehranê de ye, û ti carî ne di berjewendiya Ereban de ye, û piştgiriya bira û dostan li seranserê cîhanê ji gelê Sûriyê re li dijî rijêma ku ew kuştine û koçber kirine, berpirsyariyeke sincî û mirovahî ye.
Û daxwiyaniyê cext kir ku ji dewletên Erebî û civaka navdewletî tê xwestin ku têkliyan bi rijêma Esed re asayî nekin, û bi awayekî cidî ji bo dadpirsîna wê bixebitin, û veguhestina siyasî ya ku di biryarên navdewletî de hatiye diyarkirin pêk were, û çênabe ew bi riya bidawîkirina îzolasyona li ser bê xelatkirin, piştî ku bi hezaran tawan pêk anîn, û tevaya hewldanên navdewletî têk birin
Û Hevbendiya Niştimanî di daxweiyaniya xwe de ji bira û dostên xwe daxwaza sizakirina vê rijêmê li ser tawanên ku pêk anîne, û piştgirîya veguhestina siyasî li Sûriyê kir, û got ku Gelê Sûrî yê ku rola tevaya dewletên bira û dost ên ku li kêleka wî berê û ta niha rawestiyane, û piştgiriya daxwazên wî yên mafdar kirine , û vejînkirina rijêma tawanbar red kirine, spas dike û bilind dinirxîne, û tekez dike ku Hevbendî li ser pirensîpên şoreşê ye, û dê bi hemû şêweyên berdest li ser pêkanîna armancên xwe yên avakirina Sûriya azad kar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî