Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, daxwiyaniyeke taybet derxist derbarê astengên nû yên li pêşiya gelê Sûriyê yê ku li deverên dinyayê belav bûne, û wek tevaya xelkên cîhanê, tûşî belavbûna êşa Korona dibin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de sersaxiya malbatên ku bi vê êşê mirine kir, çi yên ku Rêjîm nûçeyên mirina wan vedişêre an jî yên ji derveyî welat jiyana xwe ji dest dane, û di heman demê de keda pizîşkan û tevaya sûriyên di warê tendurustî de li her derê kar dikin bilind nirxand, û rêz û hurmeta xwe ji wan re diyar kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî cext li ser girîngiya Hevgirtin û alîkariya Sûriyan ji hevre di van rewşên dijwar de kir, wek yek ji salix û rewiştên vî gelê comerd sertaserî dîrokê, û tekez kir ku em ji berê de û ta niha jî hewcerarên hev in, û her kesî ev tişt ji destpêka şoreşê de dîtiye.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, hewceyî keda her kesên li hindur û derve ne, di warê piştgirî û alîkariyê de, çi xelkên me yên li hindur bin ku gerek e kesên bihêz alîkariya kesên lawaz bikin, û çi Sûriyên li derve bin, bi riya pêşkêşkirina alîkariyên tekane û yên tevayî.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku baweriya wê bi xêrxwazên Sûrî ji karsaz û xwedanên pirojeyan û tevaya Sûriyan mezin e, û hêvîdar e ku ew di piştgiriya hewcedaran de berdewam bin, û alîkariyên xwe di vê rewşê de ji wan re pirtir bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Sûriyên li welatên penaberiyê kir ku berdewam bin di pabendiya bi rênimayên ji aliyên fermî derdikevin li deverên ku lê dijîn, û nûnerên rasteqîn ên gelê sûriyê bin, û nimûne bin ji kesên din re ji aliyê pabendiya bi yasayan û beşdariya darayî û derûnî û xwebexşî ji bo derketina di rûyê vê nexweşiya vegir de di riya hevrêzkariya li gel dezgeh û saziyên civakî û yên sivîl, her yek li gor karîna xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî