Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Emerîka kir ko destêwerdanê bike bo agirbest li Sûriyê pêk were û operasiyonên leşkerî li Xûta rojhelat rawestin û nehêle Rûsya bi tena serê xwe biryarê bistîne.
Ev gotin di hevdîtina komîta peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi Karîn Dîkir birêvebera cîbicîkirinê ya tîma ‘’Sûriyê ji bo pêkanîna alîkariya veguhêz ‘’ de re hatin, herdu aliyan pêşveçûnên meydanî û siyasî gotûbêj kirin, her weha tekezî li ser birêveberiya parêzgeha Reqa ji hêla niştecihên wê yên xwecihî ve û derketina hemû milîtanan ji bajêr hat kirin.
Serokê birêveberiya peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo got giring e agirbest li Sûriyê pêk were, û dibîne ko ew rêka bitenê ye ji bo pêkanîna çareseriyek siyasî li Sûriyê.
Istêfo bal kişand ser ko aliyê Rûsî pabendiyê bi biryara navdewletî ya dawî nake, lê dixwaze lê bizîvire ji bo pêkanîna hin destkeftin leşkerî û bikaranîna wan di pirosesa siyasî de û nerîna xwe di çareseriya siyasî de feriz bike.
Ji aliyê xwe ve Karîn Dîker got ‘’Emerîka bêwestan kar ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo Xûta dike, û ew berdewam e di bizavên xwe digel aliyên navdewletî yên kartêker de ji bo rawestandina kuştinê û derbaskirina alîkariyên mirovî’’.
Bêtir got ko birêveberiya Emerîka ya nuha raportên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne, destnîşan kir ko bawerî bi karîna Rûsiya ji bo fişarê bêtir bide ser Rêjîmê nemaye .
Istêfo got nêzkatî û hevkariya di navbera rêjîmê û Kûriya bakur de di biwarê çaksaziya kîmawî de, ne tenê me Sûriyan nîgeran dike lê ew metirsî ye li ser civaka navdewletî bi giştî.
Serokê Emerîka Donald Tiramp û rawêjkara Elmanî Engêla Mêrkil daxwaz ji serokê Rûsya Viladîmêr Potîn kirin ko bombebarana li ser Xûta rojhelat rawestîne, ya ko ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya tund de, tev ko biryara Encûmena ewlehiyê roja şembiya borî derket û daxwaza ku şer ji bo 30 rojan û dibe dirêjtir bibe were rawestandin kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî