Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, nerazîbûna xwe ji bizavên Tevgera Hemasê ya Filistînî yên vegerandina têkliyan li gel rijêma Esed a tawanbar, piştî birrîna wan têkiliyan bi dirêjiya deh salan, anî ziman, û dît ku eger ew yek pêk were, dê sivkatî bi giyanên sûrî û filestîniyan be, yên ku li ser destê vê rijêmê û hevalbendên wê bi dirêjiya salên bûrî hatine kuştin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de tekez kir ku biryara Tevgera Hemasê nûnertiya helwesta gelê Filistînê yê bira nake, yê ku di gelek helwestên rûmetdar de piştgiriya xwe ji Sûriyan re ragihandiye, û ne jî nûnertiya doza gelê filistînî ya rewa, ya ku hîn têkoşîna wî di ber de berdewam e, tevî ku yên dûr û nêzîk dest ji piştgiriya wê berdane, dike.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku heger Tevgera Hemasê destê xwe têxe destê rêjîma mezhebî ya tawankar de, ew dê cemawerê umetê ji dest bide, û tiştekî ji rijêma Esed yaku kîneke wê ya kûr û mezin dijî filestîniyan heye qezenc nake, û got ku ew kîna ku di salên şoreşê de eşkere bû, di riya kuştin û koçberkirin û girtin û komkujiyan re, û ya herî dawî kîna ku komkujiya ku Taxa Eltedamun eşkere kiribû.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku Tevgera Hemas dê nikaribe çi tiştî ji doza Filestînê re pêşkêş bike, eger li kêleka aliyê wêrankar û kujer yê destdirêjiya sêksî û îşkenca ta mirinê pêk tîne raweste, ji ber ku rijêma meleyan ya Îranî û rijêma Esed ya tawanbar, nikarin ji gelên azad re tiştekî pêşkêş bikin, ji bilî kuştin û koçberkirin û fitne û keresteyên hişbir.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bang li kadir û serkirdeyên Hemasê kir, û ji wan xwest ku dîroka tekoşîna xwe ya di ber azadî û serxwebûnê de bi rawestana li paş rijêma tawanbar neşêwîne, û berjewendiyên xwe yên demkî di ser pirensîp û wijdan û sinc û nirxên ku rijêma Esed tiştekî ji wan nas nake re negire, û berjewendiya demkî nede pêşiya berjewendiya Filestînê û doza wê ya ku doza umetê tevî ye berî ku doza gelekî an tevgerekê an girûpekê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî