Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî pêşwazî li daxwaza Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ,Antonyo Goteres, û şanderê wê yê taybet ji bo Sûriyê, Geir Pederson, derbarê agirbestê eşkere kir, û ragihand ku ew gaveke durist e.
Û di daxuyaniyekê de Hevbendiya Niştimanî got ku ev bangewazî li gor dazwazên Hevbendiyê hat, û dozên wê yên rêzgirtina li biryar û lihevkirinên Navdewletî yên ku di naveroka wan de bi dawîkirina şer û dana derfetê ji bo çareseriya siyasî heye.
Û daxuyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku daxuyaiyên şanderê Navdewletî yê Netewên Yekbûyî bal nekişandiye ser aliyê berpirsyar di ber rewşa awarte de li welat û bi taybetî wêrankirina jêrxanê û navendên tenduristiyê û koçbarkirina welaiyên wê, û daxuyaniyên wî aliyê berpirsyar di ber binçavkirina bihezran girtiyên siyasî yên ku rastî eşgencê tên eşkere nekiriye, û destnîşan nekiriye ku heye Virusa Korona di nav wan de belav bibe.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Pederson behsa tewanê kiriye bêyî behsa aliyê tewanbar bike, û got ku em bihêvî ne ku Pederson bi şêweyekî zelal aliyê tewanbar eşkere bike.
Hevbendiyê diyar kir ku berdewamiya rêjîmê di binçavkirina zêdî 250 hezar Sûrî de, wan rastî tûşbûna bi veyrûsa Korona dike, û ev yek tê wateya destpêkirina pêkanîna tewaneke cengê, ji ber wê divê rêjîm di zûtirîn dem de wan serbest berde.
Hevbendiyê berdewam kir û got ku dabînkirina aramiyê ji gelê Sûryê re, û rabûna bi karên ji dil dijî belavbûna virusa Korona, û saxlemiya kesên binçavkirî û serbestberdana wan, pêwistiya wê bi pilaneke aktîv heye bi serperştiyeke Navdewletî, û bal kişan ku têkçûna van hewlidanan wê zirareke mezin bighîne gelê Sûriyê û gelê cîhanê tevî, û got ku ew di riyên xwe re û bi hemû karînên xwe beşdarî hilmeta Navdeletî li dijî belavbûna virusa Korona bûye , û ew berpirsiyariya xwe li hinber gelê Sûrî û yê cîhanê tevî hildigre.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ku ji ber metirsiya li ser tenduristiya gelê Sûrî , pêwist e ku alîkariyeke rastqîne ji hikûmeta demkî re were peydakirin, û hişyarî da ku çi derengiya pêşkêşkirina alîkariyan ji hêla rêxistina Tendurestiya Navdewletî li gor sozên wê bi hikûmeta demkî re, wê ziyaneke mezin bîne holê, û doz kir ku alîkarî di zûtirîn dem de werin pêşkêşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî