Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdellah Gedo, bi gotinên tund, kiryarên teroristî yên ku milîsên PYD dermafê ofîsên Encumena Niştimanî ya Kurd û partiyên wê dikin şermezar kirin, û hişyarî ji bandora van kiryaran li ser paşeroja deverê da.
Û Gedo di daxwiyaniyin taybet de, îro çarşmê, tekez kir ku dijminkariyên li ser baregehên Encumena Niştimanî ya Kurd û partiyên wê û kiryarên dijî çalakvanên kurd, dûrî nirx û sincên kurdî ne, û dê encamên wê yên bobelatî li ser tevaya deverê hebin, ji ber ku ew dê alîkariyê di belavbûna bêserûberiya ewlehî û bilindkirina rêjeya pêkanîna tawanan de bike, û bihêle xelkên ku li deverê mane jî berê xwe bidin koçberiyê.
Û Gedo hişyarî ji çêkirina fitneyê di nav pêkhatên deverê de da, û ji Hevpeymaniya Navdewletî û Emrîka xwest ku fişarên pêwîst li ser PYD û yên pêve girêdayî bisepînin, ji bo rawestandina van kiryaran, û piştgiriya hevbeşiya rasteqîn ya kurdan li gel pêkhatên deverê yên dîtir di rêvebirina deverê de bikin.
Tê zanîn ku çekdarên PYD Ofîsên Encumena Niştimanî ya Kurd û partiyên di Encumen de li Dêrîkê û Dirbasiyê û Hesekê şewitandin, û gef li endamên di wan ofîsan de bûn xwarin û ew di bin gefa çekan de derxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî